Li Silêmaniyê yekemîn Festîvala Surna tê lidarxistin

Rêxistina Niwêger ji bo pêşxistina hunera Kurdî di 25-26’ê Cotmehê de li bajarê Silêmanî Festîvala Surna ya 1’emîn li dar dixe.

Hemû amadekariyên ji bo Festîvala Surna temam bûye û tê payîn ku festîval 25’ê Cotmehê saet di 16:00’an li HolaTelarî Huner a Silêmaniyê dest pê bike. Festîval wê 2 rojan bidome û wê ji herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê 14 komên stran û muzîkê beşdar bibin.

Têkildarî festîvalê rêvebera karê dekora festîvalê Mamosta Nazeneyn ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Amadekariyên ji bo festîvalê temam bûne û wê festîval di roja xwe de were lidarxistin. Armanca festîvalê nasandina huner û muzîka herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê ye. Em bang li welatiyan dikin ku beşdarî festîvalê bibin.”

Ji bajarên Kerkûkê, Silêmanî, Dihok, navçeyên Ranya, Helebce, Mexmûr, Şengal, Çemçemal, Koye û Hewramanê 14 komên muzîk û stranan beşdarî festîvalê bibin. Wê her yek berhemên herêma xwe pêşkêş bikin.

Wê festîval du rojan berdewam bike. Wê her roj di saet 16:00'an de dest pê bike û saet di 19:00'an bi dawî bibe. Wê her kom 2 berhemên herêma xwe pêşkêş bikin.

Nêzî du mehan e Rêxistina Niwêger ji bo festîvalê amadekariyan dike. Armanca festîvalê pêşxistina hunera Kurdî û komkirina muzik û stranên cuda ên herêma Başûrê Kurdistanê ye.