Li Silêmaniyê  Festîvala Fîlman hate lidarxistin

Festîvala Fîlman a Silêmanî ya 3’emîn 10’ê Cotmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Ji 52 welatan derhênerên fîlman beşdarî festîvalê bûn û di festîvalê de eleqeyek mezin ji bo fîlmê 14’ê Tîrmehê û Keçên Rojê hate nîşandan.

Festîvala Fîlman a Silêmaniyê ya 3’emîn 10’ê Cotmehê li Salona Tewarî Huner bi beşdarbûna ji 52 welatan derhêner û gelek mêvanan hate lidarxistin. Festîval 6 rojan dewam kir û di festîvalê de 14 fîlm, zêdetirî 40 kurtefîlm, belgefîlm û semîner hatin nîşandan.

Di festîvalê de destpêkê fîlmê Keçên Rojê (Girl of the sun) hate pêşkêş kirin. Derhênêra filmê Keçên Rojê Ava Husanî Fernesî bû û aktora bi nav û deng a cîhanê Gişftey Ferhanî di fîlm de cih girt. Di fîlmê Keçên Rojê de qala şer û têkoşîna keçên Kurd li dijî faşîzmê tê kirin. Di filmê Keçên Rojê de qala şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê tê kirin. Temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî fîlmê Keçên Rojê da.

Di roja 4 û 5’an a festîvalê de jî fîlmê 14’ê Tîrmehê hate nîşandan ê ku derhênerê wê Haşîm Aydemîr ê Kurd bû. Fîlmê 14’ê Tîrmehê qala berxwedana pêşengên PKK’ê ya salên 1980’î ya li Tirkiyeyê dike. Fîlm qala berxwedana zindana Amedê dike. Dema fîlm hate nîşandan kêliyên bi hestiyar li salonê hate jiyîn û temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî fîlm dan.

Derhênerê fîlmê 14’ê Tîrmehê Haşîm Aydemîr ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Em gelek kêfxweş bûn ku gel eleqeyek mezin nîşanî fîlm dan û baş pêşwazî kirin. Di festîvalê de 2 caran fîlm hate nîşandan. Di nava 14 fîlman de tenê fîlmê 14’ê Tîrmehê weke berhema sînemaya Kurd hate qebûlkirin. Ev jî dide nîşandan ku kêşeyên sînemaya Kurdî heye, gelek çîrok û destanên Kurdî heye. Lê mixabin fîlm kêm in û heta niha têkildarî van çîrokan fîlm nehatiye kêşan. Lewma festîvalên wiha Ii ser asta navneteweyî dimînin. Ji ber kêmbûna fîlman nabe festîvala fîlmên berhemên navxweyî.”

Aydemîr têkildarî berhêmên pêşerojê de jî wiha got; “Çîroka gerîlayekî birîndar heye ya ku nivîskarê wê Mûrat Turk di çarçoveya pirtûkekê de nivîsiye. Di festîvala sala bê de dibe ku li Silêmaniyê were nîşandan.”