BI DÎMEN

Li Serêkaniyê şoreş û huner bi hev re dimeşin

Li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyekî ve şer û tekoşînek pir dijwar tê meşandin, li aliyê din dewlemendî û rengên ku di nav şoreşê de derdikevin holê, xweşikbûn û rengên jiyana azad radixin pêş çavan.

Malbatek hunermend û şoreşger ku li bajarê Serêkaniyê ya Rojava dijî, yek ji mînakê rengê şoreşê ye. Dayika Nûrşen Kîkî ku ji 7 saliya xwe ve li Serêkaniyê dijî, di despêkê de bi hevserê xwe Siyd Kîkî re dest bi gotina sitranan dike. Piştî ku di sala 1997’an hevserê wê wefat dike, dayika Nûrşen dev ji hunerê bernade û bi zarokên xwe ve wek kevneşopiyekî dimeşîne. Nûrşen Kîkî dibêje ku ew wek malbat her tim di nav hunerê de jiyan e, bi vî awayî zarokên xwe jî li ser vê şopê perwerde kiriye û ew jî wek hunermendên şoreşê hatine mezinkirin. 

Kurê Nûrşen Kîkî Dijwar Kîkî jî ku niha endamê YPG'ê ye wiha dibêje; "Hê em pir biçûk bûn dayik û bavê min her stran digotin, kaset derdixistin, ez û şiyar jî em ji wan elîmîn. Di destpêkê min li tembûrê dida, piştre Şiyar ji min elîmî. Bi qasî sal û nîvekê jî me di saziya çand û hunerê de kar kir. Piştre em derbasî nava YPG’ê bûn. Niha ez endamê YPG’ê me û di heman demê de jî hunera xwe jî pêş dixim. Gelek caran em ji bo hevalên xwe yên YPG’ê jî şahiya lidar dixin û ji bo wan distirên."

'DEMA EM JI HEVALÊN XWE YÊN ŞERVAN RE DISTIRÊN, EM GELEKÎ KÊFXWEŞ DIBIN'

Şiyar Kîkî jî ku kurê herî piçûk e, ew jî hem endamê YPG'ê ye û hem jî kevneşopiya malbata xwe diparêze. Şiyar Kîkî wiha tîne ziman; "Weke ku dayik û birayê min gotin, em hê di biçûkaniyê de fêrî stran û esrûmanên muzîkê bûne. Di temênê 16-17’an de ez ketim nav hewldanên ku xwe di muzîkê de pêş bixim. Piştre ez çûm akademiya Ş. Yekta Herekol ya çandê ku li bajarê Tirbesipiyê ye. Min li wir nota jî xwend. Ez demek dirêj di saziya çand û huner de jî mam. Em diçûn şahiyan. Dîsa ji bo hêzên YPG’ê em diçûn me şahî lidar dixistin. Bi vê şêwazî em di mûzîkê de her çûn xurt bûn. Piştre ez derbasî nav YPG’ê bûm. Niha endamê YPG’ê me û gelek caran ez jî wek birayê xwe Dijwar em di nav YPG’ê de şahiya lidar dixin. Ev ji bo me kêfxweşiyek pir mezine."   

Kawa Kalî ku hem hevalê malbata Kîkî ye û mamosteyê dibistana muzîkê ya Serêkaniyê ye, dibêje ku heman şêwazî wî jî di zarokatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye û niha jî di saziya çand û hunerê de ye. Kawa Kalî wiha dibêje; "Hê di zarokatiya xwe de her kêfa min ji rîtim re dihat. Piştre min ji bo xwe tembûr anî lê kesek tine bû ku min fêr bike. Heya çend salan min bi xwe li ser kar dikir û ji bo ku ez fêr bibim. 2007’an ez çûm leşkeriya nîzamê. 2012’an şoreşa Rojava dest pê kir. Li ser vê ez di sala 2013’an de tevlî nava YPG’ê bûm. Hem em endamê YPG’ê bûn û hem jî li wir min dîsa karê xwe yên hunerê jî dida meşandin. Bi stranên xwe me gelek caran moralê xwe jî û yên hevalên xwe jî bilind dikir û şoreşa xwe jî berdewam dikir. Piştî 2015’an ez jî çûm akademiya Ş. Yekta herekol. Li wir perwerdeya muzîkê dît. Bi qasî salekê jî ez li wir mam. Di akademiyê de bi awayek ilmî min xwe pêş xist. Anha jî ez li bajarê Serêkaniyê mamosteyê muzîkê me. Li Serêkaniyê dibistanek me ya mezin heye, em zarokan fêrî mûzîkê dikin. Her wiha ez di heman demê de cihê xwe di peymangeha zimanê Kurdî de jî digirim."

'ŞOREŞ BÊ HUNER NABE'

Kawa Kalî wek hunermendekî di nav şoreşê de hunera şoreşê kirin jî wiha tîne ziman; "Di nav şoreşê de huner kirin pir cuda ye. Tu çiqas di nava şoreşê de hunerê bike jî têrê nake. Pêwîst dike ku tu pir kar bike û pê re ked bide ji bo ku di hunera xwe de jî şoreşekî pêş bixe. Tu tenê tembûra xwe radike û distêrê, helbestên şoreşgerî distêrê. Dîsa her ku tu ji şervanan re distêrê, şervanek dema ku stranek şoreşgerî guhdar dike ew qas bi hêz dibe û  moralê wan jî xweş dibe. Ji xwe şoreş bê huner nabe. Huner û şoreş bi hev re girêdayî ne." 

'EM DIXWAZIN ÇANDA XWE YA KEVNAR BI GELÊ RE PARVE BIKIN'

Kawa ji bo hevaltiya xwe bi malbata Kîkî re jî wiha dibêje; "Malbata Dayika Şiyar malbatek hunermend e. Em jî di biçûkaniya xwe de her di nav vê malbatê de ne. Ji xwe Dijwar û Şiyar jî hevalên min in û dayika Şiyar wek dayika min e. Em her bi hev re muzîkê dikin. Gelek caran em tên gel hev û bi hev re muzîk çê dikin. Wek stranên şoreşgerî û foklorî pêş dixin. Ji ber ku çanda kurdî çandek pir kûr e. Heta tu pê de diçî dawiya wê nayê. Em hewl didin ku stranên xwe yên folklorî vegerînin û bi gelê xwe re parve bikin."