Li ser rêya Wan – Colemêrgê çalakiya li dijî hêzên dagirker

Gerîlayên HPG’ê 20’ê Tebaxê li ser rêya Wan – Colemêrgê çalakiyek li dijî leşkerên Tirk kir. Di çalakiyê de 4 kontra û leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de her wiha wesayiteke leşkerî ya bi tîpa transîtê hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di malpera xwe da daxuyanî par ve kir û diyar kir ku gerîlayan li ser rêya Colemêrg- Wanê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê çalakî kirine.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

Bi Pêngava Şoreşger a Şehîd BedranGundikRemo û Şehîd Nalîn Muş hêzên me li Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî li dar xistine.

21’ê Tebaxê saet 09.30’an hêzên me yên YJA Starê bi ser qereqola Çemanê de girtine. Di çalakiyê de bi serkeftî derb li kozên dijmin û li nîzamiyeya qereqolê ketiye, diyar nebûye bê ka di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend bibîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi tang, obûs û hawanan li qadê xistine, bi helîkoptêrên skorsky û ambûlansa kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

Hêzên me 21’ê Tebaxê saet 19.00’an li Şemzînanê, li dijî hêzên dagirker ên li girê Harûna çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de ku bi ser kozên dijmin de gelek gule hatine reşandin 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, 1 çeka MG3 hatiye tinekirin. Piştî çalakiyê hêzên dijmin bi obûs û hawanan li qadê xistine.

4 KONTRA HATIN KUŞTIN

Bi Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem hêzên me 20’ê Tebaxê saet 12.00’an li dijî leşker û kontrayên li ser rêya Wan-Colemêrgê çalakiyek kirine. Ji nêz de derb li dijmin hatiye xistin û tespîtbûyî 4 kontra hatine kuştin. Hêzên me wesayiteke transît a dijmin jî rûxandin. Artêşa dagirker a TC’ê piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe rakirine û operasyon li qadê kirine.

ARTÊŞA TIRK LI PAYIZAVA OPERASYON DA DESTPÊKIRIN

19’ê Tebaxê saet 03.00’an balafirên şer û helîkoptêrên kobra ên artêşa TC’ê ya dagiker li mintiqeya gundê Axûla ya qada Nordiz a Payizava ya Wanê xistiye. Piştî bombekirina qadê 20’ê Tebaxê hêzên dagirker operasyon li qadê kirine.

LI ÊLKÊ ŞER

13’ê Tebaxê, li qada Kato Jîrka a Êlkê ya Şirnexê hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker li rast hev hatine û bi hêzên dijmin re ketine şer. Ji nêz de yekîneya dijmin derb xwariye, baş diyar nebû bê ka çend ji leşkerên dijmin hatin kuştin û çend birîndar bûne. Piştî şer, hêzên me bi sax û silaman li cihê xwe vegeriyane.

LI ŞENKAYA GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

21’ê Tebaxê saet 15.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qada Werxelê ya herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê bombe kirine.

16’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Şenkaya ya Erzeromê operasyon daye destpêkirin. Di operasyonê de di navbeyna hêzên em û leşkerên dijmin de şer derketiye, di şer de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebûye. Hevalê me Levent ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirî şehîd bûye. Agahiyên sivîlê yê hêvalê me wiha ye;

Nasnav: Levent Leheng
Nav û Paşnav: Ramazan Kiliç
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav : Şukran - Abdûlhakîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 16'ê Gulana 2017 / Erzirom

LI ŞIRNEXÊ GERÎLAYEK BI QEZAYÊ ŞEHÎD BÛ

Hevalê me Rêdûr  (Miyad Zeyrek) li navçeya Silopya, li gundê Gitê hate dinê. Hevalê Rêdûr ku zarokê malbateke welatparêz bû, ji 2012’an ve di nav têkoşînê bû. Piştre 2014’an biryar li ser tevlêbûnê da û têkoşîna xwe li qadên azadiyê berdewam kir. Heval Rêdrû li gelek qadên têkoşînê cihê xwe girtiye, li her cihê ku lê bûye bi çalakî pratîk kiriye, her çendî demeke kurt bû ku di nav rêxistinê de jî bû bi fedekariyeke mezin li eniyên pêş sekiniye. Bi vîna xwe ya xurt li hemû qadan ji hevalan re bûye kana moralê û vînê, li qada Cûdî ku bi van hîsan çûyî wir 1’ê Tebaxê bi qezayekê şehîd bûye. Serê hemû gelê Kurdistanê û malbata wî ya nirxdar, serê malbata Zeyrek sax be. Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd bûyî wiha ye;

Nasnav: Redûr Nemir
Nav û Paşnav: Mîad Zeyrek
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav : Sosin - Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 1'ê Tebaxa 2017 / Şirnex