‘Li ser Heskîfê êrîşa rantê û mîlîtarîst heye’

Çalakvanê Helkefta Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga nerazîbûn nîşanî rûxandina li Heskîfê da û got Rewşa Awarte ji bo rûxandinê tê bikaranîn.

Ayboga bal kişand ser aliyê mîlîtarîst ên projeyên dewletê yên li Kurdistanê û got, “Têkoşîn hê neqediyaye.”

Şikeftên li Heskîfê yên ku wê di bin bendava Ilisûyê de bimînîn bi dînamîtan hate teqandin. Ji ber teqandinê gelek kesan bertek nîşan dan.

Çalakvanê Helkefta Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga pirsên ANF’ê bersivand.
Ayboga got ku, “Heskîf bi qasî Kurdan ji bo Mihelmî û Siryanan jî cihekî girîng e û gelek şaristanî li vê derê jiyane.”

‘REWŞA AWARTE JI BO HESKÎFÊ JÎ BI KAR TÎNIN’

Ayboga diyar kir ku êdî li Heskîfê pêvajoyek hatiye destpêkirin ku nikare bi paş ve biçe û got, “Di van rojan de pêkutiya siyasî gelek e û mirov nikare ji bo Heskîfê meşekê jî li dar bixe. Di navbera salên 2013-2015’an de vê projeya bendavê sê caran hatibû sekinandin lê komara Tirkiyeyê îro xwezayê talan û wêran dike.”

‘TÊKOŞÎN HÊ NEQEDIYAYE!’

Ayboga têkildarî têkoşîna ekolojiyê ya li herêmê û dahatûyê jî got ku, “Têkoşîna Heskîf û Geliyê Dîcleyê Kurdistan tê de li Tirkiyeyê ji bo avabûn û pêşveçûna bîra ekolojiyê roleke pêşengtiyê bi cih anî. Di salên 2002 û 2009’an de ev proje hate sekinandin lê piştî ku çavkaniyên maddî dîtin di sala 2011’an de bi zêdekirina pêkutiyên siyasî proje dîsa da destpêkirin lê ji bo têkoşînê ne dereng e, em gazî hemû kesan dikin ku tevlî têkoşînê bibin.”

Ayboga herî dawîn jî diyar kir ku dewlet li Kurdistanê van projeyên xwe bi rêya mîlîtarîzasyon û pêkutiyê dixwaze zûtir pêk bîne.