Li Parîsê navê Yilmaz Guney li parqekê hat kirin

Navê derhêner û hunermendê sinemaya Kurd Yilmaz Guney, li paytexta Fransa Parîsê li parqekê hat kirin.

Vekirina parqê ji aliyê şaredariya herêma 10'an a Parîsê ve hat kirin. Serokê Şaredariya Parîsê a 10. Remî Ferraût, ji malbata Mîtterand Gîles Mîtterand, hevjîna Yîlmaz Guney Fatoş Guney, Derhêner Costa Gavras ku di Festîlavala Filman a Cannesê de bi Guney re xelata Palmiyeya Zêrin parvekiribû, Konseya Kurd a Demokratîk ya Fransa (CDK-F), Nûnerên Enstîtuya Kurd a Parîsê, ACORT, DİDİF û ACTİT tevlî merasîmê bûn.

Di merasîma vekirina parqa li Taxa Strasboûrg Sanît-Denis a Herêma 10. a Parîsê de, serokê şaredariya Remî Ferraût axivî û berxwedana gelê Kurd silav kir.

Ferraût diyarkir ku ew ji bo navdayîna navê Yilmaz Guney ê ku di nava sirgûnê de jiya û li Parîsê jiyana xwe ji dest da, ya ji bo parqê keyfxweş û birûmet in.

Wêneyên Yilmaz Guney yê sînemayê weke sergî hat pêşkêşkirin û Koma Mûzikê ya Tev-Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê Lîlav, Zazlooz û hunermend Farqîn derketin ser dikê.