Li Parîsê filmê 14'ê Tîrmehê hat nîşandan

Li paytexta Fransa Parîsê, bûyerên piştî darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlona 1980'an ku li Girtîgeha No 5 a Amedê hatî jiyin, filmê 14'ê Tîrmehê ku berxwedana girtiyên PKK'ê li dijî hovitiya hatî jiyin dide nîşandan, hate temaşekirin.

Filmê 14'ê Tîrmehê ku Derhêneriya wê Haşim Aydemir dike ku li ser greva birçîbûnê û berxwedana girtîgeha Amedê ku pêşengê wê kadroyên PKK'ê dike, li paytexta Fransa Parîsê hat temaşekirin. Kurdistanî û Fransiyan eleqeyekî mezin nîşanî film dan.

Nîşandana film li salona Theatre du Gymnase hate kirin û bi sedan kes beşdar bûn.

Piştî temaşkerina filmê 14'ê Tîrmehê, Derhênerê film Haşîm Aydemir, lîstikvan Sûat Ûsta û Bulent Keser silav dan temaşevanan.