Li Meschedeyê seferberiya Kurdî

Meclîsa Jinê ya Arjîn-Meschede û Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê dest bi seferberiya Kurdî kirin.

Li bajarê Meschede yê Elmanyayê, jin li Mala Kurdan di semînerekê de li hev civiyan.

Di semînerê de ku Meclîsa Jinê ya Arjîn organîze kir, xebatkarên Enstîtuya Kurdî jî amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, ji Enstîtuya Kurdî A. Avesta Aydin bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd dest bi axaftina xwe kir.

Aydin got, "Ji bo em hêjayî Delalan, şehîdên Bestayê û lehengên navê wan nehatiye bihîstin bibin, divê em tevna jinê ya rêxistinbûnê xurtir bikin ku hêza sereke ya têkoşîna li dijî kapîtalîzmê ye." Aydin destnîşan kir ku ji bo nebin mirovên civakîbûna xwe ji dest dane, divê ew komun û meclîsên xwe xurtir bikin û got, divê dayik dest li mijara zimanê dayikê werdin ku li Ewropayê birîneke mezin e.

Ji Enstîtuya Kurd a Elmanyayê Îlyas Îsen jî li ser dersên zimanê dayikê yên divê li dibistanan were dayin, agahî da dayikan.

Di semînerê de ku jinan bi baldarî şopandin, Îsen soz da ku hem de barê dersên Kurdî yên li dibistanan hem jî di mijara ziman de bi meclîsa jinê û meclîsa giştî re bixebite.

Her wiha, li ser daxwaza meclîsa jinan wê xebatkarên Enstîtuya Kurdî hefteyê rojekê ji bo jinan kursa gramera Kurdî û xwendin-nivîsandinê organîze bikin.