Li Kerkûkê di navbera gerîla û Heşdî Şebî de şer diqewime

Di navbera gerîlayên HPG/YJA Starê yên parastina Kerkûkê dikin û çekdarên Heşdî Şebî de, li ser pira Erefeyê şerekî dijwar diqewime.

Çekdarên Heşdî Şebî êrîş birin ser çeperên gerîla û pêşmergeyên berê yên li taxa Erefe ya li navenda bajarê Kerkûkê.

Gerîlayên HPG/YJA Starê yên ji bo parastina Kerkûkê di çeperan de ne, bersiv dan êrîşê û şerekî dijwar rû da.

Şerê li vê derê hê dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, pêşmergeyên PDK'ê yên li Kerkûkê ne, xwe ji hin cihan vekişandine û ev herêm ketine destê hêzên Heşdî Şebî.

Wekî din, tê gotin ku navçeya Daqûq a Kerkûkê û navçeya Duzxurmatu ya Selahaddînê bi temamî ketine destê hêzên Heşdî Şebî.