Li Îmraliyê komplo giran dibe

Ji dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  bi komploya navdewletî rehîn hatî girtin û vir ve, dewleta Tirk çi dema ku li hemberî paradîgmaya Ocalan û siyasetê dixitime tecrîdê giran dike.

Ji dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  bi komploya navdewletî rehîn hatî girtin û vir ve, dewleta Tirk çi dema ku li hemberî paradîgmaya Ocalan û siyasetê dixitime tecrîdê giran dike.

Geşedaneke girîng jî piştî serlêdana li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê pêk hat. Dadgeriya Înfazê ya 1. a Bursayê, derbarê Ocalan û girtiyên dî yên li Imraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş biryareke nû da. Di biryarekê de ku 6'ê Îlona 2018'an hatiye dayin, hate qedexekirin ku parêzer 6 mehan miwekîlên xwe bibînin. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, di serlêdanê ya ji bo Dadgeriya Înfazê ya 1. a Bûrsayê de, 11 cezayên cihê yên hucreyê yên derbarê Ocalan ku di navbeyna 2005 û 2009'an de hatiye birîn û biryara lijneya disîplînê ya li ser nameya 156 rûpelî, ji bo daxwaza qedexeyê hincet nîşan da.


Dozgeriyê di hinceteke dî de rê da vê îdîayê: ''(...) Îdîayên ku ev hikumxwariyê ku endamê rêxistinê ye, di demên berê de ji ber ku hevdîtinên bi parêzeran re di daye çapemeniyê, her wiha ji ber sedema ku li raya giştî ew fikir çêbûye ku  hikûmxwarî Abdullah Ocalan di van hevdîtina de bi talîmatên ku dayî rêxistinê, rêxistin rê ve biriye, di hevdîtinan de yên di navbeyna hikumxwarî û parêzeran de, îdîayên ku parêzer di naveyna rêxistinê an jî endamên rêxistinê de ji bo armancên rêxistinê navbeynkariyê dikin, di hevdîtinan de ku hikûmxwarî Abdullah Ocalan di hevdîtinan de hêmana  ya bi wesfê sûc...''
.

Daraza Tirk dîsa bi gotina, ''Dîsa, ji ber ku hatiye fêhmkirin ku hikumxwarî bi rêya hikûmxwariyên dî yên ku li heman saziya înfazkirina cezayê dimînin, dikare talîmatan bide...''  xwest ku were qedexekirin ku parêzer 6 mehan nikaribin Ocalan û girtiyên dî bibînin. Dadgeriya Înfazê ya 1. a Bursayê jî ev daxwaza qebûl kir. Li dijî biryarê îtîraz li Dadgeha Cezayê Giran ê 1. hate kirin lê ev daxwaz nehate qebûlkirin.

.

JI 2011'AN VE HEVDÎTIN TINE NE


Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nahêlin ku parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê miwekîlê xwe Ocalan bibînin. Ji 2017'an ve serlêdana 100'an car a  parêzer û 44 caran a  malbatê, bi hinceta vê biryara derhiqûqî hate redkirin. Bi vê ve girêdayî nehiştin ku 3 girtiyên dî yên li Imraliyê jî malbat û parêzerên xwe bibînin. Piştî hevditina dawî ya bi şandeya HDP'ê re ya 5'ê Nîsana 2015'an, tekan têkilî 11'ê Îlona 2016'an çêbû, piştî grêva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên Kurd, piştî vê grêvê malbatê Ocalan dît. Piştî vê hevdîtinê ne bi rêya name, telgraf û faksê derbarê Ocalan û 3 miwekîlên dî ti agahî nehate standin, her wiha, ji derve bi rêya postayê jî mirov nikare ti agahiyê jê wergire.


BI SALAN E BI TENA SERÊ XWE HATE HIŞTIN


Ocalan li Imraliyê ji 16'ê Sibata 1999'an heta 17'ê Mijdara 2009'an tena serê xwe hate hiştin. Piştre ji girtîgehên dî 5 girtî sewkî vir kirin lê dîsa jî tena serê xwe dihate hiştin. Heftiyê karîbû tenê 5 saetan girtiyê dî bibîne. Ev jî nîşana wê bû ku tecrîd bi dawî nebûye lê tenê reng guheriye.


LI SER EWLEHIYA JIYANÊ TALOKE HEYE


Van demên dawî derbarê tenduristî û ewlehiya Ocalan jî taloke û guman çêbûn. Derbarê jiyana Ocalan Cotmeha 2017'an gotinên biguman di raya giştî de derketin. 13'ê Cotmehê bi îmzeya Serdozgerê Komarê yê Bursayê Ugurhan Kuş daxuyaniyek hate dayin. Daxuyanî ji hêla agahiyê ve mirov têr nedikir. Ji ber sedema zimanê wê ku Ocalan weke 'girtiyekî jirêzê' dida, ne cidî bû. KCK'ê jî daxuyaniyek da û xwest ku nerastîbûna van agahiyan bi rengekî zelal were vegotin û got, ''Mafê herî sereke ya malbat, parêzer û raya giştî ye ku derbarê tendurista Rêber Apo agahiyê bistînin.''


Ji bilî parêzer û malbatê, şandeyeke ku ji parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, sendîkavan, akademîsyen û aktîvîstên mafê mirovan pêk hatî, ji Wezareta Dadê randevû xwest. Xwest ku 17-18-19'ê Sibata 20172'an serdana Girtîgeha Imraliyê bikin lê bersiv nedan vê daxwazê.


DMME: ÊŞKENCE Û TEHDE


Şertên Ocalan, ji hêla Rêveberiya Duyan a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ve, bi biryara bi dîroka 14'ê Adara 2014'an, bi rengê ''êşkence û tehdeyê'' hate binavkirin. Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê jî wiha difikirî: ''Rêzdar Oclan ji mafê Cezayê bi Nimroya 5275'an û Qadûna Derbarê Înfaza Tevdîrên Ewlehiyê bi ti rengî sûd wernegirtiye, ev maf bi temamî hatine astengkirin.''


SERSARIYA CPT'YÊ


Komîteya  Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT)) jî nebû xwedî performanseke ku derbarê tecrîd-êşkenceya li Imraliyê bi berpirsyariya xwe rabe. Sazî endamê Konseya Ewropayê ye, ku Tirkiye jî ji ber endamê wê ye, dikare serdana girtîgehên welatên endamê bike, li ser binpêkirina mafêm mirovan raporê girê bide.


CPT 28-29'ê Nîsana 2016'an serdana Girtîgeha Imraliyê kir,, piştre berovajî 6 serdanên berê, rapora tespît û pêşniyaran a têkilî serdanê, bi hinceta ku Tirkiyê destûr nedaye, neweşand. CPT ya ku di serdanên berê de li ser Girtîgeha Imraliyê tespîta gelek binpêkirina kiribû û pêşniyar dabû, êdî li bara rewşa ku mirov nikare ti agahiyê werbigire, bêdeng dimîne û ev bêdengî bi xwe re helwestan tîne.