Li Girava Mîdîlliyê êrîşî Kurdan kirin: 7 kes birîndar bûn

Li Girava Mîdîlliyê komekê êrîşî Kurdan kir. Di êrîşê de  Kurd birîndar bûn. Tê texmînkirin ku di êrîşê de tiliya îstîxbarata Tirkiyeyê heye.

Li Kampa Dewletê ya li Girava Mîdîlliyê ya ku Kurd û Ereb jî lê hene, di dema xwarinê de nîqaş derket. Piştî nîqaşan şer çêbû. 7 Kurd di êrîşê de birîndar bûn û di koma êrîşkar de jî 4 kes birîndar bûn. Polîsên Yewnanistê li êrîşkarên din digerin.

Kurdên li vê kampa ku êrîş lê hatiye kirin jî ji ber ewlekariyê ew birin cihekî din.

XWESTIN ŞERÊ KURD-EREBAN JÎ ÇÊBIKE

Hate hînbûn ku di dema şer de komekê xwestiye şer bike şerê Kurd-Ereban.

Kurdan û Yewnanan diyar kirin ku cihê êrîş lê hatiye kirin 10 deqîqeyan dûrî Ayvalikê ye û dibe ku tiliya îstîxbarata Tirkiyeyê di vê êrîşê de hebe. Berê jî li heman cihî du şerê wekî vêya çêbûbû, ev jî diyar dike ku di van êrîşan de rola îstîxbarata Tirkiyeyê heye.