Li Gimgimê jî Şehîdgeha Îsmaîl Ronahî hate rûxandin

Diyar bû ku hêzên dewletê li Gimgimê ya Mûşê, Şehîdgeha Îsmaîl Ronahî yê li gundê Kolanê hilweşandiye. Nayê zanîn bê ka cenaze li cihê xwe ne yan na.

Piştî Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê hate rûxandin, leşkeran bi kepçeyan "Goristana Îsmaîl Ronahî" ya li gundê Kolanê ya navçeya Gimgimê jî rûxand. Nayê zanîn ka cenaze hatine derxistin an na.

Hêzên dewletê bi fermana dozgeriyê cenazeyê 267 endamên PKK'ê ji Goristana Xerzanê derxistibûn û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, hêj ev bûyer di rojevê de ye, Goristana Îsmaîl Ronahî ya li gundê Kolanê ya navçeya Gimgima Mûşê hat rûxandin.

2015’an balafirên dewletê goristan bombe kiribû, mala CEM’ê ya di nava goristanê de rûxandibûn. Goristana ku cenazeyê 27 endamên PKK'ê lê ne, 11'ê Çile  leşkeran bi maşîneyên kar rûxand. Hat gotin ku  10'ê Çile  leşkeran gundê Kolanê dorpêç kiriye û bi maşîneyên kar goristan bi tevahî rûxandiye. 27 cenaze ji goran hatin derxistin an na, tu agahî di vê der barê de nehatin giritn.

'ME TI AGAHÎ NEGIRT'

Gundiyekî ku nexwest navê xwe bide, li ser tiştên ku li herêmê qewimî ne wiha got: "10'ê Çile  li gund tevgera leşkeran gelekî zêde bû. Hemû rêyên gund girtin. Sibehê li nêzî goristanê 2 kepçe, 2 maşîneyên kar û amulansek hebûn. Di 2 rojan de hemû goristan bi erdê ve kirin yek. Heta goristana ku rûxandin jî birin. Em nizanin cenazeyên di goran de birine an na. Lê bi ambulansê tu cenaze nebirin. Ji xwe ambulans ji goristanê dûr sekinî bû. Cenaze derxistin an na, em nizanin. Ji ber ku nahêlin kes nêzî wir bibe. Ev goristan di sala 2014'an de ava kiribûn."