Li Fransayê Meclîs wê piraniyê bide Macron

Tê gotin ku Partiya Serokomarê Fransa REM wê di hilbijartinên giştî de bi tena ser xwe  bibe desthilatdar.

Tê gotin ku Partiya Serokomarê Fransayê Macron REM wê di hilbjartinên giştî de bi tena serê xwe bibe desthilatdar, ji bo wezîrê gendelî kirî ji peywirê nehate girtin helwest zêde dibe.

Piştî hilbijartina serokomariyê  ku Emmanûel Macron bû serokomarê Fransayê, hefteya pêşiya me ji bo diyarkirina endamên Meclîsa Netewî wê di 11 û 18'ê Hezîranê de dîsan biçin ser sindogan.

Li gorî 2 anketên ku ji aliyê ipsos-Sopra-Steria û Harris-Interactive-Indeed ve hatî kirin, Partiya REM di tura yekemîn ya hilbijartina giştî de wê bi sedî 31 dengan bibe yekemîn.Li gorî anketa destpêkê Partiya Rastgir (LR) û Eniya Netewî ya Rastgir (FN) ji sedî 18, tevgera çepgir a Fransa France İnsoumise sedî 11 deng bi dest bixe. Partiya Sosyalîst (PS) ya ku dema berê li ser îxtidarê bû sedî 8 deng bi dest bixe. Partiya EELV ji sedî 3 dengan de dimîne.


TÊ GOTIN KU  WÊ PIRANIYA MECLÎSÊ BI DEST BIXE


Li gorî vê anketê partiya Macron bi tûra 2. re wê dinavbera 330 û 360 de kûrsîyan bi dest bixe. Di Meclîsa Netewî de hejmara kursiyan 577 e û piraniya desthilatdariye  ji 289 kûrsî ye.Di anketa Ipsos Sopra-Steria de jî di tûra 1. de heman encam derdikeve. Tê texmînkirin ku Partiya Macron REM di navbera  395 û 425 de kûrsiyan bidest bixe.


GEL BI HELWESTE LI DIJÎ XWEDIDERKETIAN LI WEZÎRÊ  GENDELÎ  KIRÎ


Lê li aliyê din sedî 54 gelê Fransa diyar dike ku wezîr Rîchard Ferrand gendelî kriye û ji bo ku ew ji peywirê ne hatiye ne razî ne .  Di anketê de  ku roja Pênçşemê hate weşandin gelê Fransa ji 70 ji 100’î dixwazin Ferrand ji peywirê were girtin.