Li eniyên pişt ên şer têkoşîn kirin

Berxwedana bê hempa ya gerîlayên HPG/YJA Star ên li dijî dewleta Tirk a dagirker ya li Herêma Bradostê bê navber dewam dike.

Berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li Herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê dewam dike. Dilşad Ertoş ê ji eşîreta Ertoş a li eniyên pişt ên şer têkoşînê dike, ji bo destekê bide hevrêyên xwe yên li eniyên pêş ên şer şev û roj bi hêstiran avê dikişîne.

Digeş ê 27’ê Hezîrana 2015’an tevlî nava refên gerîla bûye, anî ziman ku bi polîtîkayên mijûlkirinê yên dewleta Tirk hesiya ye û aştî enceq bi têkoşîn û berxwedanê dibe, ji bo wê tevlî nava refên gerîla bûye.

Gerîla Dilgeş ê ji navçeya Peyîzava ya Wanê tevlî gerîla bûye, bang li ciwanên Peyîzava kir ku tevlî refên gerîla bibin. Gerîla Dilgeş bibîr xist ku aştî û rizgariya Kurdistanê enceq bi tevlîbûna nava refên gerîla û bi dijmin re têkoşîn kirinê dibe, anî ziman ku divê berê ciwanan li çiya be.