Li Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney şewitî

Sînemaya Yîlmaz Guney a li Êlihê ku ev demeke dirêj ji aliyê Qeyûmê Şaredariya bajêr ve hatibû girtin, îro şewitî.

Yek ji sembolên bajarê Elihê, Sînemaya Yîlmaz Guney şewitî. Tê îdakirin ku ji ber kontaxa elektirîkê şewat derketiye û li hemû avahiyê belav bûye. Piştî şewatê tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û mûdaxeleyî şewatê kirin.

Welatîiyan diyar dikin ku tîmên agirkujiyê direng mûdaxeleya şewatê kirine û beşek mezin yê Sînemaya Yîlmaz Guney şewitiye. Welatiya di heman demê de nerazîbûna xwe nîşanî tîmên agirkuyiyê jî dan. Piştî ku şewat hate vemirandin xebatên sarkirinê destpê kir.

Sînemaya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve di 2006'an de hate avakirin, piştî ku qeyûm şaredarî desteserkir, avahî hatibû girtin. Li vir her sal Mîhrîcana Kurtefîlm a Kurd dihat lidarxistin û bi hezaran sînemahez dihatin cem hev.