Li Efrînê îro 30 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

QSD'ê encama berxwedana îro ya li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk tê dayin eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 30 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin, wesayiteke leşkerî jî hate rûxandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser encamên berxwedana îro ya Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. QSD'ê diyar kir, di berxwedana îro de 30 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin, wesayiteke leşkerî jî hate rûxandin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"1- Artêşa Tirk a dagirker êrîşî girê Qestel Cîndo yê li navçeya Şera kir. Piştî ku şervanên QSD'ê bersiv dan, artêşa Tirk a dagirker vekişiya. Şer dewam dike.

2- Şerê li gundê Hemamê yê Cindirêsê didome.

3- Artêşa Tirk a dagirker êrîşeke berfireh bir ser gundê Amara yê navçeya Mabata. Şervanên QSD'ê bersiv dan û li ser vê yekê çeteyên Tirk xwe vekişandin. Li gundê Amara di şer de 24 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Şer dewam dike.

4- Li gundê Kurdo yê navçeya Racoyê, şervanên QSD'ê operasyoneke taybet li dar xistin. Wesayiteke leşkerî leşkerî hate rûxandin û 6 leşkerên Tirk hatin kuştin."