Li Efrînê derbên xurt li çeteyan hatin xistin

YPG’ê ragihand ku 9-10’ê Cotmehê li navçeyên Şiyê, Raco û Cindirêsê şervanên YPG’ê derbên xurt li çeteyê DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk xistin. Di van çalakiyan de 4 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 9-10’ê Cotmehê li navçeya Şiyê bi çalakiya sabotajê 2 çete, li Raco çeteyek û li navçeya Cindirêsê jî bi çalakiyeke sekvaniyê çeteyek hatine kuştin.

YPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên wan çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. Di dîroka 9 û 10’ê Cotmehê de yekîneyên wan li navçeyên Şiyê, Raco û Cindirêsê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.

YPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kir:

"Di roja 9’ê Cotmehê de yekîneyek me li gundê Hec Hesna ya girêdayî navçeya Şiyê, li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya bi navê Sûltan Mehmed çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Nîhad el Mehmûd û Nîzar el-Idlîbî hatin kuştin.

10’ê Cotmehê yekîneyêk me li gundê Dumiliya ya ser bi navçeya Raco ve li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya bi navê el-Mutasim çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Xalid Ebdilla yê ku bi eslê xwe ji Îdlîbê ye hate kuştin.

Di heman rojê de yekîneyêk me li gundê Dêrbelûtê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve li dijî koma çete ya bi navê Sûltan Mûrad çalakiyek sekvaniyê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Muhened el-Hesen ku bi eslê xwe ji Îdlîbê ye hate kuştin.”