Li dijî qetlîama artêşa Tirk çalakiyên tolhildanê yên gerîlayan

Gerîlayên HPG’ê ji bo tolhildana qetlîama artêşa Tirk a ku li Başûrê Kurdistanê kiribû, hin çalakî li dar xistin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîlayan hatin bidestxistin, gerîlayên HPG’ê li dijî operasyona artêşa Tirk a ku di 11’ê Îlonê de li Oremar û Sumbulê dabû destpêkirin, hin çalakî li dar xistine û şer hê didome.

Tê diyarkirin ku gelek mirî û birîndarên artêşa Tirk hene û gerîlayan li dijî baregeha alaya Garê ya Şemzînanê jî çalakî li dar xistine û li vir jî şer didome.

LI CÎLOYÊ KEMÎN: 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 21’ê Îlonê de saet di 16.00’an de li dijî leşkerên ji Keleha Perîxanê ya Cîloyê xwe berdidan jêr, kemîn hate danîn. Di vê çalakiyê de 13 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Fermandarên gerîlayan ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku ev çalakî ji bo tolhildana sivîlên ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê ew qetil kirine, hatiye lidarxistin.

Li herêmê çalakî, şer û tevgera hewayî didome.