Li dijî Qendîlê êrîşên hewayî didomin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di êrîşên hewayî yên li dijî Qendilê de cih û warên sivîlan dike hedef.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di êrîşên hewayî yên li dijî Qendilê de cih û warên sivîlan dike hedef.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê îro daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku balafirên şer di 10'ê Tîrmehê saet navbera 20:00-22:00’an de derdora gundên Girava, Kortek, Bolê, quntarên girê Hîva û herêmên Gundê Silê yên Qendîlê bombebaran kiriye.
Hate ragihandin ku di êrîşa hewayî de bax û baxçeyên gundiyan zirar dîtine û agir bi daristanên li herêmê ketiye.