Li Dêra Zorê şer û jiyan….!

Şervanên YPJ’ê yên ku li eniyên pêş ên Pêngava Bagera Cizîrê ya tinekirina şerê terorê cih digirin, şer û jiyanê bi watetir dikin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li eniyên pêş ên şerê Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Tinekirina Şerê Terorê’ cih digirin, mohra xwe li cengê dixin. Şervanên YPJ’ê li gel şer jiyanê jî ewqas bi wate dikin…

Şervanên YPJ’ê yên li Gundê Boxazê li eniyên pêş cih digirin diyar dikin ku armanca wan jiyaneke wekhev azad a nû avakirine.

Şervana YPJ’ê Welatcan Efrîn diyar kir ku wek tabûra çekên giran wan jî cihê xwe di pêngava qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê de girtiye û bi çekên xwe hem derbên xurt li çeteyan didin hem jî parastina hevrêyên xwe dikin. Efrîn got: “Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de rola şervanên jin pir e û bi wate ye.”

Welatcan Efrîn got, armanca wan a çek rakirinê ne tenê gule teqandin e, armanca wan tinekirina hişmendiya bi sedê salan a qirkirin û qetilkirinê ye.

Di dîmenan de coş û hêza şervanên YPJ’ê pir bi awayekî vekirî dixuyê…