Li Cannesê heyecana Palmiyeya Zêrîn

Li Cannesê heyecana Palmiyeya Zêrîn

Di mîhrîcana Fîlm a Cannesê de endamên Palmiyeya Zêrîn yek bi yek derdikevin pêşberî juriyê. 65’emîn Mîhrîcana Fîlman a Cannesê rojek berê bi fîlmê derhêner Wes Andeson yê bi navê ‘Moonrîse Kîngdom’ hate vekirin. Duh fîlmê derhênerê Fransi Jacques Audîard yê binavê ‘De rouîlle Et d’os’ û derhênerê Misrî Yoursy Nasrallah yê bi navê ‘Baad el Mawkeaa’ derket pêşberî temaşevanan.

Di Fîlmê ‘De Rouîlle et d’os’ lîstikvanên sereke Marîon Catîllard û Matthîas Schoenaetrs in. Di fîlm de Alî ji bo ku ligel xwişk û bavê xwe bijî diçe Antîbes û li vir Stenphanîe nas dike û di navbera wan de evînek des pê dike.

Fîlmê bi navê ‘Baed al Mawkeea’ jî mehekê piştî çalakiyên Tehrîrê li gundekî xizay yê nêzî Pîramîdan derbas dibe. Li gorî rexnegiran fîl Bihara Ereban baş girtiye dest û cureyê din jî bi awayekî profosyonel aniye ziman. Li Cannesê di beşa ku derveyê pêşbirkê de belgefîlma Andrew Braunsberg ya bi navê ‘Roman Polanskî: A Fîlm Memoîr’ û belgefîlmeke Çînê ya bi navê ‘Mystery’ hatin nîşandan.

Îro pêşbirka Palmiyeya Zêrîn fîlmê Metteo Garrone yê bi navê ‘Realîty’ û fîlmê Ulrîch Seîd yê bi navê ‘Paradîes Lîebe’ didome. her wiha belgefîlma Fatîh Akin ku derveyê pêşbirkê tê nîşadan yê bi navê ‘Pollutîng Paradîse/Bermahiya li bihûştê’ dê derkeve pêşberî temaşevanan. Di fîlmê Fatîh Akin de têkoşîna gundiyê Rîzeyê ya li hemberî bermahiyên li zeviyên çayê ye.