Li Behraspî zindiyên taloke xwe li peravê dixin

Li Ewropayê ji ber sedema germbûna zêde ya van du heftiyên dawî kûçikmasiyên taloke xwe li peravan dixin.

Li gorî agahiyên ku navenda lêkolînê ya bi navê GPER a li Marsîlya ya  Fransayê dayî AFP’ê ji ber germahiya zêde celebên taloke yên deryayê xwe nêzî peravan dikin.

Damezirînerê navendê û bîolojîst Nîcolas Zîanî got van demên dawî gelek agahî ji wan re hatine ku gelek ketikmasî li peravê hatine dîtin, ev celebên masiyan ji bo mirovan dikarin pir taloke bin û got di serî de celebên kuçikan masiyan, li peravê xuyabûna zindiyên deryayê encama germahiya zêde ye.

Zîanî got îxbara li ser ketikmasiyan ji peravên Fransayê hatiye û got, di şertên normal de, ev celebê ku dûrî peravê dijîn, ji ber sedema germbûna zêde stîmule ne. Zîanî got ketikmasî di encama vê de xwe nêzî ava germtir a li peravê dikin.

Li gorî pisporê Fransiz celebe ketikmasî yê bi navê Pteroplatytrygon bi şertên normal êrîşê nabin ser mirovan lê dema ku talokeyekê li ser xwe bibînin bi derziyan dikarin bi mirovan ve bidin. Zîanî got ev celeb dikarin jehra norotoksîkê bidin.

Tê gotin ev jehr hem dikare mirov bike, dikare mirov şeht jî bike.

Li Ewropayê ji 2003’yan û vir ve ku bi deh hezaran mirov ji germa miribûn, germa herî zêde tê jiyîn.