Li Bazidê kampanyaya cil û bergên netewî

Li Agirî Bazidê kampanyaya ‘cil û bergên herêmî li xwe bike, li çanda xwe xwedî derbikeve’ dest pê kir.

Ciwanên Bazidê ji bo cil û bergên herêmî yên weke Fîstan, Şal û Şapik ku  Kurd pir li xwe dikin û   di demên dawî de lixwekirina wan dikeve ber ‘propagandaya rêxistinê’  kampanya dane destpêkirin.

Ji kampanyayê armanc ew e ku çanda cil û bergên herêmî were parastin û geşkirin. Adem Karahan ku pêşengiya kampanyayê dike got di demên dawî de lixwekirina cil û bergên herêmî qedexe têne hesibandin û bi van polîtîkayan dewlet dixwaze yek ji nîşaneya girîng a çanda Kurdan tine bike. Karahan bal kişande ser êrîşên di vê qadê de û got ji bo ku mirov li dijî van êrîşan derkeve divê mirov li ziman, çand û xaka xwe zêdetir xwedî derbikeve.

Karahan têkildarî kampanayê wiha got: ‘’Tenê armancek ji vê kampanyayê heye: parastina çanda Kurdan. Em dibînin ku nifşê nû di dema dawî de ji cil û bergên herêmî dûr dikeve. Bi kampanyayê em hewl didin ku dawî li vê bînin. Çandeke me heye û em hemû bi hev re li vê xwedî derbikevin.’’