Li Baselê bernameya Heftiya Çanda Kurd bi sê çalakiyan berdewam kir

Bernameya Heftiya Çanda Kurd a li Basêlê ya Swîsre bi fîlmê ‚’Bîram min têtin’ û bi panêleke li ser zima û wêje berdewam kir.

Bernama bi fîlmê ’’Bîra min têtin’’ dest pê kir ku derhêneriya wê Selîm Yildiz kiriye.

Piştî fîlm li panêlek hate lidarxistin û li ser kêşeyên rojane yên zimanê Kurdî li ser psîkolojiya zimanê gelên çewisandî hate sekinandin.

Bername bi Şevbihêrkê berdewam kir. Bi meraq li projeya Nanê Sêlê nerîn. Têkildarî Kurdistanê ya beriya bi 100 salî bernameyek muzîk-teatral hate çêkirin.

Lîstika Kewê û Silêman Çarnewa hate ecibandin.

Bername îro bi konsêra Bajar û Memo Gul wê berdewam bike.