Li Basel tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Basel ê Swîsre tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî ya Basel hate lidarxistin gelek Kurdistanî beşdar bûn.

Piştî rêzgirtinê û şûnde, li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî ya Basel Elîf Îşcan belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin xwed. Piştre bi çalakiya rûniştinê dewam kir.

Çalakiya di pêşengtiya jinan de destpê kir; kon hate vedan belavokên ku bi zimanê Elmanî rewşa tenduristî û mercên jiyanê yên Ocalan têde tîne ziman hate belavkirin. Çalakiya ku dirûşmeyên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin bi qasî 3 saetan dom kir.

Li qadê posterên Ocalan, alên PKK’ê, YPY/YPJ’ê hatin hildan. Dîsa dirûşmên “Es lebe Ocalan” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.