Li Awûstralyayê çalakiya ji bo Efrînê: Dibe ku sibe dereng be

Kurdistaniyan li Awûstralyayê ji bo Efrînê çalakiye li dar xistin. Çalakgeran banga "bêdeng nemînin" kirin.

Li bajarê Adelaide yê Awûstralyayê, Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser komkujiya li Efrînê çalakiyek kirin. Kurdistaniyan li ber ofîsa Wezîrê Parastinê Chrispopher Pyne çalakiya rûniştinê kirin. Bi navê çalakgeran Nûnerê KNK'ê yê Adelaidê Yosef Bemal axivî.

'BÊDENGÎ HÊZÊ DIDE ERDOĞAN'

Bemal bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyên li Efrînê şermezar kir û got, Erdoğan ji vê bêdengiyê hêzê digire.

Bemal bang li hikumeta Awûstralya û saziyên civaka sivîl kir û got, "Bêdeng nemînin, dibe ku sibe dereng be."

Kurdistaniyan dosyayeke li ser komkujiyên li Efrînê amade kiribûn, radestî rayedarekî wezaretê kirin.