Li Amedê ji ber operasyonê şer derket

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyon û şerê li Amedê agahî da. HPG'ê nasnameya gerîlayekî di vî şerî de şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser operasyon û şerê li Amedê ev agahî da:

"9'ê Mijdarê, artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Navdar a ser bi navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Di navbera yekîneyên operasyonê û tîmeke me ya gerîla de li nêzî gundê Cumarê şer derket. Di vî şerî de hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Hevalê me Berxwedan, heta fîşeka xwe ya dawî li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê."

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye, wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Şoreş
Nav paşnav: Veysel Demîral
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Omer
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Mijdara 2017 / Amed

Hevrêyê me Berxwedan, ku sala 2013'an ji Wanê tevlî nava refên têkoşînê bû, ji roja tevlîbûnê heta şehadetê sekneke fedakar nîşan da. Hevrêyê me berxwedan cihê xwe di dilê hemû hevrêyên li derdora xwe de girt û di jiyana xwe ya têkoşînê de bû mînak. Hevrêyê me berxwedan bû milîtanekî bi rûmet ê ked û têkoşînê. Di şexsê hevrêyê xwe berxwedan de em careke din soz didin hemû hevrêyên xwe yên şehîd ku em ê têkoşîna wan a azadiyê di nava her şert û mercî de geş bikin."