Li Şino cehşek hate kuştin

Li bajarê Şîno yê Rojhilat nokerekî bi navê Fetah Mamil ku bi rejîma Îranê re hevkarî dikir hate kuştin.

Cehşekî ku diyar bû bi Pastaran, hêza artêşê ya Îranê re hevkarî dikir li Şîno yê eyaleta Urmiyê ya Rojhilat hate kuştin.

Li gorî jêderkên herêmî nokerê bi navê Fetah Mamil şevê dî li Şînoyê ji hêla kesên nenas ve hate kuştin.

Tê gotin ku Fetah Mamil yek ji kesekî çalak bû ku bi rejîma Îranê re hevkarî dikir û li ser gelek şoreşgerên Rojhilat dabû û bûbû sedema kuştina wan. Nayê zanîn bê ka Mamil ji hêla kê ve hatiye kuştin.

Mamil beriya niha bi serfermandarekî hêzên Besicê yê bi ser Pasdaran, Muhamed Riza Neqdî re wêneyê xwe girtibû.