Li Şehbayê karê çand û hunerê

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê, ku piştî dagirkirina Efrînê ji neçarî derbasî Şehbayê bû, li kampan jî karê xwe didomîne.

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê ku sala 2016'an li Efrînê avabû, karê xwe li Kampa Serdemê ya li Şehbayê didomîne. Yekîtiya Rewşenbîran ku li ser gelek beşên hunera Kurdî dixebite, li kampê pirtûkxaneyek jî ava kiriye.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Ûsema Ahmed diyar kir ku ji bo berxwedana heyî bigihînin nifşên nû, ew têdikoşin. Ahmed ku helbestvan û rexnegir e, işaret bi van xusûsan kir: "Em jî tevî gelê xwe derbasî herêma Şehbayê bûn. Du mehan, navenda me tine bû. Me karê xwe di nava gel de dikir. Piştre me navendek ava kir. Di vî şerî de hem ji gel, hem jî ji şervanan gelek şehîdên me çêbûn. Me xwest, arşîva vê pêvajoyê çêbikin û aliyê wê yê wêje, dîrok û sînemayê xurt bikin. Bi vî rengî me kar di nava xwe de dabeş kir. Abdullah Şikakî wê aliyê wê yê dîrokê binivîsîne, Heysem Mistefa û Mehdî Erselan aliyê wê yê sînemayê. Van hevalan dest bi kişandina fîlm û kurte fîlm kirin. Em aliyê wêjeyî yê dîroka nivîskî diafirînin."

KARÊ TÊ KIRIN

Ahmed işaret bala ciwanan a li vî karî kir û got, "Me dewreya perwerdeya çîrokan vekir. 17 şagirtên vê perwerdeyê hene. Çar meh in dewam dike. Yê herî kêm nivîsî, çar çîrok nivîsî. Şagirtekî me 23 çîrok nivîsî. Piştî perwerdeya çîrokan, me dest bi perwerdeya senaryoyê kirin. Wekî din karê me yê li ser şanoyê hene. Li ser çîroka şehîdên berxwedana serdemê em pirtûkekê amade dikin."

Ûsema Ahmed diyar kir, gelekî girîng û hêja ye ku gel di nava van şert û mercan de têdikoşe û hewl dide çanda xwe biparêze.

ZAROKÊN TÊN PERWERDEKIRIN

Xelîl 13 salî ye û xwendekarê pola 8'an e. Yek ji zarokên Efrînî ye ku her roj tevlî perwerdeya senaryoyê dibe. Tevî emrê xwe yê biçûk, haya wî ji bûyerên bi serê wan ve hatiye, heye. Dibêje: "Dema ji Efrînê derketin, em gelekî êşiyan. Ji ber vê yekê em hestên xwe hewl didin bi helbest û çîrokan bînin ziman. Ez helbestan dinivîsînim. Mijara helbestên min Efrîn e. Pênc salan me li Efrînê bi Kurdî perwerde dît. Bi saya vê perwerdeyê, me dîrok, ziman û erdnîgariya xwe nas kir. Tevî şert û mercên giran jî em ê dest jê bernedin. Em ê koledariyê ti carî qebûl nekin."

Selam Îbo ku karê şanoyê dike û tevlî perwerdeya senaryoyê dibe, anî ziman ku Şehba jî rûpeleke dîrokê ye. Dengbêj-nivîskar Mihemmed Welîd jî got, perwerdekirin û pêşvebirina xwe, beşek ji berxwedanê ye.

PIRTÛKXANEYA LI KAMPÊ

Endama Yekîtiya Rewşenbîran Avesta Îbrahîm berpirsyara pirtûkxaneya li Kampa Serdemê ye. Li ser pirtûkxaneyê got, "Ev pirtûkxaneya li Kampa Serdemê vebûye, li cîhanê yekane ye. Ji ber ku heta niha li kampeke penaberan pirtûkxane nehatiye vekirin. Ev pirtûkxane di nava şert û mercên gelekî giran de hate avakirin. Me hemû pirtûkên wê jî ji malan û ji binê enqazan derxist. Nexasim pirtûkên zarokan û yên Kurdî gelekî balê dikişînin. Em li bendê ne ku ji derve alîkariya pirtûkan ji me re bê dayin."

WÊNEYÊN BERXWEDANÊ

Ji Yekîtiya Rewşenbîran wênevan Erdalan Îbrahîm li atolyeya wêneyan tabloyên berxwedana Efrînê amade dike. Erdalan Îbrahîm diyar kir, ew xwe ji bo projeya pêşangeha wêneyan a li ser berxwedana Efrînê amade dikin û got, tevî zor, zehmetî û êrîşên giran, wê di wêneyên xwe de berxwedan û têkoşîna gel raxin pêş çavan.