Li Îranê hêrsa mezin a civakî

Li Îranê, karker û kedkar bi mehan e li qadan e, ya jî di grevê de ne. Lê belê ne DYA'yê ev yek kiriye sedemeke ambargoyê, ne jî welatên Ewropayê, Rûsya ya jî Çîn guh didin maf û azadiya mirovan.

Rêveberiya nebaş, karên ne li rê û polîtîkayên dijminê azadiyê ku bi dehan sal in li Îranê dewam dike, li her qadê rê li ber şikestin û pirsgirêkên giran vedikin. Qirêjiya hewayê, krîza avê, ziwatî, derxistina ji kar, zêdebûna buhayê tiştan, bê hiqûqî û polîtîkayên li dijî jinan û azadiyê, bingeha krîza heyî ne.

Budçeyeke gelekî zêde ji bo şer û biçekbûnê tê veqetandin. Lê mijarên perwerde, kar, ekolojîk, mafên hindikahiyan, têkoşîna li dijî bertîlê û edalet li ber sekeratê ne.

Li gelemperiya Îranê pirsgirêkeke giran a ziwatiyê heye. Hejmara bêkaran zêde dibe. Li gorî texmînên demeke kin beriya niha ya navenda lêkolînê ya parlamentê, rêjeya bêkariyê 15 ji sedî derbas kir.

Heman navendê ragihand, li Rojhilatê Kurdistanê, Kermanê û Ardebilê, bêkariya li nva jinên 15-29 salî, bi rojê 84, 79 û 78 ji sedî ye.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Wezareta Kar a Îranê ve hatin weşandin, bêkarniya li nava jinan heft salên dawî bi rêjeya 25 ji sedî zêde bû. Hejmara jinên bê kar in, sala 2017'an milyonek derbas kir. Lê tê texmînkirin ku hejmara rastî ji vê yekê gelekî zêdetir e.

Li gorî nûçeyeke ajansa nûçeyan a ÎLNA'yê ku meha Cotmehê hate weşandin, li Îranê 2 milyon zarokên karker hene. Tê zanîn ku statîstîkên fermî yên li Îranê li gorî dilê hikumetê tên amadekirin û ne cihê baweriyê ne. Ji ber vê yekê, çavkaniyên mûxalîf dibêjin, hejmara rastî herî kêm bi 2 qatî zêdetir e.

Wekî din, li gorî gelek çavkaniyan 80 ji sedî yê nifûsa Îranê di sînorê birçîbûnê de ye. Ji aliyekî ve di asta metirsîdar de xizantî heye, li aliyê din li gorî eknomîstekî Îranî zêdeyî nîvê nifûsa Îranê bê mal in. Dewlemendiya Îranê jî di destê 4 ji sedî yê nifûsa welêt de ye.

Li Îranê ku ji gelek aliyan ve dewlemend e, gelek mirov ji bo karibin debara xwe bikin neçar dimînin organên xwe yên navxweyî bifiroşin. Gelek ji wan bi şev dikevin gorên vala û li wir radizên.

Tevî vê yekê, yên dixebitin jî bi mehan nikarin mûçeyê xwe bigirin. Febrîqa neçar dimînin deriyê xwe bigirin. Mûçeyê tê dayin jî têra debarê nake.

Mirovên ku li ser sînor bi barkişandinê di nava zor û zehmetiyan de debara xwe dikin, bi rengekî kêfî tên kuştin.

Bi rêk û pêk, polîtîkayên cihêkar li ser hindikahiyên etnîkî û dînî tên ferzkirin. Jin ji ber ku serê xwe baş nanixumînin tên cezakirin.

Bi hezaran mirov, bi rûniştinên ji çend deqeyan tên girtin, êşkence li wan tê kirin, cezayê îdamê li wan tê birîn û tên darvekirin.

Li gel van pirsgirêkan DYA bi hincetên cuda ambargoyê datîne ser Îranê. Welatên Ewropayê, Rûsya, ya jî Çîn ku xwedî li peymana nukleerê derdikevin, guh nadin maf û azadiya mirovan. Berjewendiyên ekonomîk, jeostratejîk û siyasî derdikevin pêşiya hemû nirxan.

LI DEHAN BAJARÎ GREV HENE

Li gel van polîtîkayên durû, bi mehan e li Îranê gel nerazîbûna xwe nîşan dide. Yek ji çalakiyên gel jî çalakiyên mamosteyan e ku li ser asta neteweyî tê lidarxistin û roja Çarşemê kete roja dehan. Nebaşbûna şert û mercên jiyanê, kêmbûna derfetên kar, enflasyona zêde û qelsbûna hêza kirînê sedema nerazîbûnan e.

Rejîma Îranê jî ji bo pêşî li nerazîbûna gel bigire bi şantaj, gef û girtina mirovan tevdigere. Tê gotin, rojên dawî gleek mamoste hatine destgîrkirin.

Ji destpêka salê ve beşên cuda yên civakê nerazîbûna xwe nîşan didin. Sibeha Çarşemê li dehan bajarî mamoste di grevê de bûn. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê tevlîbûneke xurt li grevê çêbû. Tevî bjarên Kurdan; Seqiz, Kirmaşan, Mahabad, Sine û Ûrmiyeyê, li bajarên Kerec, Tehran, Îsfahan, Necef Abad, Îranşahr û Şîrazê mamoste di grevê de bûn.