'Li Îmraliyê pêkanînên taybet di dewrê de ne'

Parêzer Gulşen Ozbek diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê pêkanînên taybet ketine dewrê û got, "Girtîgeha Îmraliyê her carê bi rêbazên cuda û nû tê birêvebirin. Hemû mafên rewa yên Birêz Ocalan bi hincetên cuda tên binpêkirin.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare parêzerên xwe bibîne, ji 4'ê Nîsana 2015'an ve jî Heyeta Îmraliyê nikare biçe Girtîgeha Îmraliyê. Herî dawî Mehmet Ocalan 11'ê Îlona 2016'an çûbû dîtina Ocalan, lê ji wê rojê ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Parêzer Gulşen Ozbek li ser tecrîdkirina Ocalan ji ANF'ê re axivî.

'LI ÎMRALIYÊ PÊKANÎNÊN TAYBET'

Ozbek da zanîn ku Girtîgeha Îmraliyê her carê bi rêbazên cuda û nû tê birêvebirin, hemû mafên rewa yên Ocalan bi hincetên cuda tên binpêkirin û wiha bi rewşê daket: "20 sal in Birêz Ocalan bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Lê belê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve tecrîd kete qonaxek cuda. Gav bi gav giran dibe. Hemû têkiliyên Birêz Ocalan bi derve hatine birîn û hemû mafên wî ji holê hatine rakirin. Berî hewldana derbeya leşkerî serlêdanên ji bo çûyîna Îmraliyê bi hinceta 'rewşa nebaş a hewayê' û 'xerabûna keştiyê' dihate astengkirin. Ev yek jî tu eleqeya xwe bi rastiyê re tine ye. Lê belê ji 15'ê Tirmehê û pê ve bi hinceta 'ewlehiyê' hemû serlêdanên parêzer û malbatan tên astengkirin."

'BIRYARÊN JI BO ÎMRALIYÊ DERQANÛNÎ NE'

Ozbek destnîşan kir ku biryarên ji bo Girtîgeha Îmraliyê tên girtin derhiqûqî û derqanûnî ne. Ozbek bilêv kir ku ne tenê Ocalan mafê hemû girtiyan heye ku di saeta  demkar de dikarin li gel parêzerên xwe hevdîtin bikin û wiha pê de çû: "Bi tu awayî hiqûq li Girtîgeha Îmraliyê nakeve dewrê û hemû rêgezên hiqûqê tên binpêkirin. Berî niha parêzerên Birêz Ocalan ji bo rewşa li Îmraliyê û êşkenceyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)  û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) dabû.  DMME bi biryara xwe, CPT jî bi helwesta xwe êşkenceyê rewa dikin. Ev biryar ne hiqûqî ye û biryarek siyasî ye. Piştî biryara DMME û helwesta CPT mirov meraq dike gelo li Îmraliyê çi diqewime?"

'DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN'

Ozbek diyar kir, divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin û dawî li tecrîdkirina Ocalan were anîn. Ozbek got, divê demeke zû Ocalan karibe hemû mafên xwe yên rewa bikar bîne û wiha dewam kir: "Tevî hemû şertên taybet û tecrîda girankirî ku têkiliya Ocalan bi temamî ji derve qut kirine, qîmetê Birêz Ocalan ê di nava civaka Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn de qet kêm nebûye. Berevajî vê yekê, rol û qîmetê Ocalan zêdetir bûye û her dem weke kesê çareser dike hatiye nasîn û qebûlkirin. Ji bo vê yekê divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn û deriyên Îmraliyê bên vekirin."