Lêgerîna azadiyê ya ku ‘şopa wê dikeve ser çiyê’

Pirtûka bîranînê ya ‘Şopa ku Dikeve Ser Çiyê’ vedibêje bê ka jiyana me çawa ji çemekî agirîn derbas dibe û di avrêkeke çawa de em dimeşin.

Di rewşeke wiha de ku em di dilê zemên de lêgerîna li jiyana azad didomînin, di heman demê de em di civakîbûna xwe ya azade de, di dîrokiya bi siberojê de diherike bi rê dikevin. Lêgerîna li jiyana azad ji bo me hinekî jî weke derbasbûna ji arafê ye. Çîroka bûneweriya me, rengê pêkhatina wê şopa jiyana me ya nû jî li xwe hildigire. Di jiyanê de tîrêjan bi qevdeyan dide hev, bi dilopan dinizilîne û bi civandina vê, em jiyaneke ku dikare were jiyîn, cîhanekê ava dikin.

Di lêgerîna pêkhatina azadiya xwe ya civakî de, em hewl didin ku wêjeya xwe jî pêk bînin. Pirtûka bi navê ‘Şopa ku Ketî Ser Çiyê’ ya bi îmzeya Guneş Tekîn û Aryen Denîz ku beriya bi demekê ji Weşanxaneya Aramê derket, berhemeke wiha ye ku bi vê berpirsyariyê hatiye nivîsîn. Ev lêgerîna azadiyê ya ku di azadiyê de çeng dide xwe, ji dilê xwe dinuqîtîne vê herkê. Her dilopa ku ji nîvê dilê me diniqute wê çemê azad biafirîne. Gelê me û zarokên wê yên ku dilavêtiyên azdiyê ne ev 40 sal in hewl didin ‘romana mezin a azadiyê’ binivîsin. Her dilê ku parçeyek ji hezkirina azadiyê û herka wê ye parçeyek ji vê romanê ye. Ên ku dixwazin mohra xwe li herka azadiyê bidin, hewl didin ku bibin parçeyek ji xweşkiya ku em jê re ‘azadî’  dibêjin.

Pirtûka bîranînê ya ‘Şopa ku Dikeve Ser Çiyê’ vedibêje bê ka jiyana me çawa ji çemekî agirîn derbas dibe û di avrêkeke çawa de em dimeşin. Gelekên ji me gelek heval û hogirên xwe ber bi stêrikan ve bi rê kirin. Û gelekên ji me ji bo ku li pey wan mane, ‘janeke kûr’ dijîn di dilê xwe de. Em bîranîn, xewnerojk, hêviyên mezin ên wan zarokên xweşik li dilê jiyanêyên hêviyên mezin dinivîsin û hewl didin bijîn.

Di rewşeke wiha de ku li dijî gelê me, nasnameya me, nirxên me şerê çandî li dar e, divê em xwe ji wan xebatên xwe herka azadiyê geş dikin, me ber bi guherîn û veguherîna civakî ve dibin dûr nexin. Heke em ê hişmendiya civakî ya ku xwe dispêrê azadiyê ava bikin, dema ku em rêwitiyên bi bahozê yên lêgerînên li heqîqetê binivîsin, heke em raza wî giyanê ku di rêwitiyên bahozî de mirov li ser piyan digirin hîn bibin, sedemên ku paşxana berxwedaniya xwe li ser dike û me ber bi hezkirina jiyana mezin  ve dibe bibînîn, raxînin ber çavan wê demê em dikarin ji pirsên lêgerîna jiyana rast re bibin bersiv. Ji ber ku her hewldana bi mebesta ku civakê bibe ber bi sirûşta wê ve bi nirxê pîroz e.

Dema ku em li azadiyê digerin û hewl didin ku wê bi heqîqetê re bikin yek û bi beden bikin, ji bo xweşiktirkirina jiyanê em ji dinyaya xwe diçin ber bi dinyaya stêrikan ve. Rêyeke ku tenê mirovên ku dixwazin bigihin raza heqîqetê û ji bo vê jiyana xwe li ser bikin, bi vê rêyê me pir çêkiriye di navbera dilê xwe û yên wan canên ku me ber bi stêrikan ve bi rê kirine, wan bi hezaran stêrikên ku di ‘Şopa ku Ketî Ser Çiyê’ de û bi hezarên din.

Pirtûka ‘Şopa ku Dikeve Ser Çiyê’ vê rêwîtiya bêhempa ya vî çemî, ronîya wan zarokên, canên me yên xweşik ku ji bo cara dawî li jiyanê nerîne, hezkirinê û wê hîsê vedibêje. Guneş Tekîn vê bi çavê dilê xwe digihîne me. Heke hûn dixwazin jiyanê li wan diyarên hendefan ên Dersimê ku sirûşta wê bihiştê bi bîra mirov tîne û heke hûn dixwazin nas bikin lihevkirina bayên hendefan û roniyan û bijîn vê lihevkirinê ‘wan xweşikiyên bisêhr’ hûn jî dikarin hîs bikin, bijîn, ji qelema Guneş Tekîn û Aryen Denîz.

Hayatî Kaytan / Girtîgeha Boluye, Tîpa F