KODAR’ê kuştina Muradî şermezar kir

KODAR’ê bi daxuyaniyekê kuştina Îqbal Muradî şermezar kir û diyar kir ku Muradî her tim li hemberî êrîşên rejîma Îranê têkoşiyaye.

KODAR’ê di derbarê qetilkirina parêzvanê mafê mirovan Îqbal Muradî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KODAR’ê ji kuştina Muradî, hikûmeta Îranê berpirsyar girt û got ku Îran welatên cîran ji bo xwe kiriye qada êrîşên li hember mixalefetê.

KODAR’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kêşa ser nexşerêya ku ji bo gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Di rojên borî de ji aliyê me û PJAK’ê ve nexşerêyek ji bo çareseriya pirsgirêkên Îranê, ji bo raya giştî hate eşkerekirin. Di wê derê de me diyar kiriye ku tenê bi rêya aştî û diyalogê wê pirsgirêk werin çareserkirin. Lê komara Îranê careke din bi bîr xist ku bi van nêzikatiyên xwe tu aramî pêş bikeve, tu guhertinan qebûl nake. Parêzvanê mafê mirovan û bavê girtiyê siyasî yê cezayê darvekirinê lê hatî birin Zanyar, Îqbal Muradî hate qetilkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beriya niha jî hikûmeta Îranê li Pêncwên Kemal Pêncwên û Sidiq Salyawî qetil kiribûn. Bi van êrîşan Îranê nîşan da ku ew li her deverê li dijî azadî û yekîtiya mafê gelan in. KODAR’ê bal kişand ser helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê jî û diyar kir ku li hemberî van kiryaran, tu helwesta hikumeta Herêma Kurdistanê çênebûye.

KODAR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser axaftinên serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî û wiha hat gotin; “Axaftinên Nêçîrvan Barzanî daye diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li ber kuştinan vekiriye. Şehîd Îqbal Muradî parêzvanê mafê mirovan bû û ji bo gelê xwe xemxar bû. Hertim li hemberî êrîşên rejîma Îranê têkoşiya û felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ji bo xwe kiribû bernameya jiyanê.”

Herî dawî KODAR’ê qetilkirina Îqbal Muradî şermezar kir û ji malbat û xizmên wî re sersaxî xwest.