KNK: Zimanê Kurdî jî wek Kurdistanê kevnar û berxwedêr e

Komîsyona Çand,Huner,Perwerde û Ziman a KNK’ê têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û  got; “Zimanê Kurdî jî wek Kurdistanê kevnar û berxwedêr e.”

Komîsyona Çand, Huner, Perwerde û Ziman a Kongreya Netewî ya Kurdisanê (KNK) têkildarî ‘Roja Zimanê Dayikê’ daxuyaniyek weşand. KNK’ê diyar kir ku di cîhanê de nêzî 6 hezar ziman hene û li Tirkiyeyê 18 ziman berbi tûnebûnê ve diçe.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;

 “ 21’ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” ye. Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhlat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê Urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê Bengledeşiyan nerazîbûna xwe nîşan da û gelek mitîng û xwepêşandan pêk hatin. Di çalakîyên 21´ê Sibata 1952´an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College”ê, yên ku dixwastin zimanê “Bengalî” wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polêsên dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van cîwanan û girîngîya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCO’ yê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17´ê mijdara 1999’ de, 21’ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê” hat pejirandin. Di sala 2000’î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal di 21’ ê sibatê de tê pîrozkirin.”

‘HER NETEWEK BI ZIMANÊ XWE TÊ NASÎN’

 Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîka xwe tê nasîn. Kurd bi Kurdî, Tirk bi tirkî, Faris bi Farisî û Ereb jî bi Erebî dipeyîvin û tên nasîn. Ji bo  ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin.

Li gorî raporeke UNESCO’yê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 500, li Tirkîyê jî 18 ziman ber bi windabûnê ve diçin. Ji wan zimanan yek jî zaravaya Kirmancî ango Zazakî ye,

Windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çi qas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çi qas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jîyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistîyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe. Ziman zindî ye, bi jîyana civakan re diherike û dimeşe. Zindîtîya zimanê me tenê dikare bi “axaftin, nivîsandin û jiyaneke Kurdewarî” were berdewamkirin. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyê bîne cî û hemû kes, dezgeh û sazî, xebat û xîretên xwe bi her awayî îhmal nekin.

‘ZIMANÊ KURDÎ HER TIM HATE ASÎMLE Û ÎNKAR KIRIN’

Bi sedan salan e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, Kurdî di bin bandora înkarî, bişavtin (asîmîlasyon) û tunekirinê de maye. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî (wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayîkan li ser pêyan maye û winda nebûye. Ji ber vê yekê ez li ber hemû kesên ku di mal û malbatên xwe de Kurdî bi kar anîne û bi kar tînin, bejna xwe ditewînim. Kurdî çi qas qedexe bûye, ew qas jî bi xîret û alîkarîya dayîk û gelê me, bi rewşeke xwezayî dewlemendîya xwe berdewam kirîye. Her wiha hatîye parastin.

Ji bo zimanê me li ser xwe û zindî bimîne, pêwist e ku em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de bi xwezayî Kurdî bi kar bînin. Kurdî zimanekî tewangbar, herikbar, birêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê li ser xwe maye û wenda nebûye. Me ji dapîr û babîrên xwe, ji dê û bavên xwe emanet girtîye. Ev emanetê ku ev qas dewlemend û rengîn, me çawa ji dê û dapîran, ji bav û kalan girtiye, divê em ê bi wî awayî, bi alav û derfetên rojane teslîmî pêşerojê bikin.

 ‘ZIMANÊ KURDÎ JÎ WEK KURDISTANÊ KEVNAR Û BERXWEDÊR E’

Zimanê Kurdî jî wek Kurdistanê kevnar e û berxwedêr e. Bi hezaran sal in, çand, ziman û bi giştî hebûna Kurdan di binê êrîşên dagirkeran da ne. Di vê roja zimanê dayikê de jî mixabin dîsa wek li Efrînê Kurd û Kurdistan bûye hedefa êrîşên hovane ên dewleta Tirk. Di roja pîrozkirina zimanê dayikê de zarokên Kurd ji ber êrîşên hovan nikarin perwerdeya zimanê dayika xwe bibînin û dayikên wan jî bi bombeyên hovan tên kuştin.

Vîna berxwedana ziman û çanda Kurd, îro li Efrînê li Çiyayê Kurmênc wek her dem û zimanê Kurdî bi lerhengî li berxwe dide. Me do li berxwe da, îro em liber xwe didin û sibê jî em ê liber xwe dibin û serforaz bibîn. Hêza berxwedan û lehengiya Kurd ji hemû hêzên dagirker, qirêj û derî mirovane bihêztir e!

Bi vê bîr û baweriyê em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, bi gelemperî li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî li gelên Kurdistanê pîroz dikin.”