Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin
BI DÎMEN

'Kevneşopiya sînema Kurd qadeke berxwedanê ye'

Sînemager û derhênerê Kurd Îbrahîm Yildirim bal kişand ser cihê sînema Kurd li gelemperiya cîhanê û got, nirxandina mijarên li erdnîgariya Kurdan, gelekî girîng e.

Kevneşopiya sînema Kurd roj bi roj mezin dibe. Hejmara sînemagerên Kurd ên bi sekna xwe ya polîtîk mohra xwe datînin binê fîlmên nû zêde dibe. Ji bo sînema Kurd li her qadê belav bikin jî, komeleyên nû ava dibin. Yek ji van jî Akademiya Sînema Rojhilata Navîn e ku li Amedê dixebite.

Derhêner Îbrahîm Yildirim, ku 4 sal in li vê akademiyê dixebite, ji sala 2007'an û vir vegelek fîlmên kurt, senaryo û rêze fîlm amade kiriye. Yildirim karê xwe û rewşa heyî ya sînema Kurd ji ANF'ê re nirxand.

KARÊN AKADEMIYÊ

Derhêner Îbrahîm Yildirim da xuyakirin, ku Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn di sala 2012'an de ava bû û got, "Di encama nîqaşeke berfireh de biryara damezrandinê hat dayîn. Ji ber vê yekê; ji bo me Kurdan sînema cihekî nû ye û li gorî hejmara hevalên bi vî karî dibilin, komek hat avakirin. Xebatên vê komeleyê, dayîna perwerdeyê, destek û xizmeta li ser vê qadê ye. Ji bilî vê yekê em destekê didin projeyên fîlmên kurt ên hevalên ku dixwazin tevlî festîvalan bibin. Piştî ku saziyê ev yek weke armancekê danî pêşiya xwe, biryara yekbûnê da. Vê gavê komeke me heye ku bi giranî li ser nivîsandin û amadekirina senaryoyan disekine. Dema li cihekî pêwîstî pê hebe em perwerdeyê didin."

Yildirim diyar kir, ew destekê didin dersên sînemayê yên li Akademiya Aram Tîgran û Cegerxwîn û got, "Hevalên me yên sînemager ên dixwazin li Kurdistanê fîlm bikişîne yan jî fîlmê Kurdistanê bikişîne, em destekê didin wan jî.

'FÎLM BI GIRANÎ QALA KOMKUJÎ Û BERXWEDANÊ DIKIN''

Têkidarî bandra şer a li ser fîlm û belgeselên wan Yildirim got, "Rewşa ku ev sal û nîveke diqewime, bandoreke neyînî li gelemperiya civakê kir. Ji derxistina ji kar heta komkujiyan, heta destwerdana li rêveberên bi vîna gel hatine hilbijartin. Vê pêvajoyê çawa ku bandor li her qada jiyanê kir, bandor li sînema Kurd jî kir. Lê belê dema mirov ji aliyê sînema Kurd ve li mijarê dinêrin, tê dîtin ku sînemagerên Kurd bi giranî di berhemên xwe de qala komkujî, asîmîlasyon û berxwedana li dijî vê yekê dikin. Şopa şer di piraniya belgeselan de tê dîtin."

'ERKA ME YE KU SÎNEMA KURD BI PÊŞ VE BIBIN'

Derhêner Îbrahîm Yildirim da zanîn, ku li gorî demên bihurî ew hê bêhtir rêxistinbûyîn e û wiha dewam kir: "Dibe ku ji bo sîstemê em li zemînekî ne meşrû bin. Ya jî dibe ku fîlmên me li hemû salonan nayên nîşandan. Nikarin xwe bigihînin festîvalên navneteweyî. Lê belê em di karê xwe bi giranî qala çîrokên xwe dikin. Şert û mercên dema bihurî hê girantir bû. Yilmaz Guney mînakeke di vî warî de. Îro derfetên teknolojiyê ne li gorî wê demê ye. Bi kamerayên biçûk gelek fîlm dikarin bi hêsanî werin kişandin."

Yildirim destnîşan kir, ku cihê Yilmaz Guney lê disekinî û çîrokên vedigot gelekî xurt bûn û got, "Ev yek ji bo îro jî derbas dibe. Girîng e mirov li ser vê bisekinin. Berpirsyariya sînemagerên Kurd e ku vê bi pêş bixînin. Civak ji gelek aliyan ve hat parçekirin û êdî nêrînên cuda hene. Mirov nikare civakê weke girseyekê bibîne. Girîng e mirov ji pêvajoya dîjîtal sûdê werbigirin û çîrokê rast û di cih de nîşan bidin. Em vê qadê weke qadeke berxwedanê dibînin."