Kelehên Colemêrgê dibin dagirkeriyê de ne

Kelehên Mîr û Bay ên dîrokî ku li lavenda Colemêrgê ne, bi salane di bin dagirkeriya hêzên dewleta Tirk de ne.

Weke hemû bajarên gelê Kurd, hêzên dewleta Tirk dest danîne li ser bingeha dîroka bajarê Colemêrgê jî.

Keleha Mîr jî dema mirov destpêkê lingê xwe diavêje Colemêrgê bi heyteba xwe ve dikeve çavê mirov. Keleha Mîr li girekî ku 200 metre bilind hatiye çêkirin û hemû navenda bajêr jê tê xuyakirin. Ji aliyê walitiya Colemêrgê ve di sala 1969’an de bi hinceta wê parkê çêbikin beşa jor a kelehê û beşa ku aliyan digihîne hev bi wesayîtên kar jêve kir û texrîb kir. Dewleta ku li kelehê bingehê dîroka Kurdan  tine dike, piştî derbeya 12’ê Îlonê Keleha Mîr da hêzên xwe. Keleh ev 39 sal in di bin dagirkeriya hêzên dewletê de ye. Keleha Mîr ku xwedî paşerojeke hezaran sal e, ji aliyê mîrên Kurdan ve weke navend dihate bikaranîn.

KELEHA BAY JÎ TEXRÎB KIRIN

Kelehek din jî ku di bin dagirkeriya hêzên dewletê de Keleha Bay e. Keleha Bay dikeve rojhilatê navenda Colemêrgê û 7-8 kîlometre ji navendê dûre û li girekî ku 2 hezar û 25 metre bilind di nava zinaran de hatiye avakirin. Bi salane keleha ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatî dagirkirin, beşeke mezin yê kelehê hatiye texrîbkirin. Li beşa herî jor a kelehê de ji berên molox û xerca Horasan şopên dîwar hene. Leşkerên ku Keleha Bay texrîb kirin ji bo derketinê li bakurê kelehê heta nîvê rêya wesayîtan çêkirine.

JI BO GEL Û TÛRÎZMÊ QEDEXE YE

Ji bo dîrok û tûrîzma bajêr ev her du keleh xwedî giringiyeke mezin e û bi salane di bin dagirkeriya hêzên dewletê de ne ji bo serdana gel û tûrîstan ji girtiye. Dewleta ku bingeh û dîroka Kurd texrîb dike, bermahiyên dîrokê yên li van her du kelehan tine kiriye yan jî revandiye.

Ji bo keleha ku di sala 1995’an de bûbû malê şaredariya Colemergê, hevşaredarên DBP’yî di 11’ê Îlona 2014’an de li dijî Wezareta Parastinê doz vekiribûn. Lê belê di van hewldanan de encam nehate bidestxistin. Ev her du kelehên ku di dîroka Kurdan de xwedî giringiyekê ne, hê jî di bin dagirkeriya hêzên dewletê de ne.