KCD: Divê her kes cihê lê ye veguherîne saziyeke ziman

KCD'ê banga xwedîderketina li zimanê dayikê kir û got, "Em ê bi hişmendiya neteweya demokratîk ziman, çand û hebûna xwe û hemû gelan biparêzin. Ji bo vê jî berxwedaneke ji her demê bêhtir û bihêztir divê."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir.

Di daxuyaniya KCD'ê de hat gotin, "Pergala kapîtalîst bi sedan salan e li ser hişmendiya neteweya serdest gelan di qirkirina çandî û fîzîkî de derbas dike. Ji ber ev hişmendiya qirker gelek gel tevî zimanê wan an hatin tunekirin an jî anîne ber tinebûnê. Ji van gelan a ku herî zêde bi qirkirinan re rû bi rû man û hê jî zimanê wan ji hêla dewletê ve tine tê hesibandin yek jê gelê Kurd e."

KCD'ê diyar kir, dewleta Tirk a li ser yek ziman, yek çand û yek netewe hatiye avakirin li ser gelên din qirkirinên herî hovane pêk anî û hê jî pêk tîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev sed sal in bi ti awayî hebûna gelê Kurd qebûl nake û êrîşî hemû nirxan dikin. Bi taybetî jî di serdema faşîzma AKP'ê de ev êrîş berfirehtir bûye û bi ti awayî tehemulî hebûna Kurdan nake. Ji aliyekî li ser gelê Kurd qirkirinê dimeşîne û ji aliyê din jî saziyên Kurdan digire."

KCD'ê bibîr xist, ku di vê dema dawî de gelek saziyên gelê Kurd ên bi dehan sal in li ser ziman lêkolînê dike û bingeha perwerdehiya Kurdî ne, bi qanûnên faşîzan ên li ser navê Rewşa Awarte derxistine, hatin girtin. 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi van qanûnên faşîzan di serî de rojnameya tekane ya Kurdî Azadiya Welat, Enstîtuya Kurdî, Kurdî-Der, dibistanên Kurdî û saziyên din ên Kurdan girtin. Ne tenê deriyên van saziyan girtin, nahêlin saziyên li ser zimanê Kurdî bên vekirin. Bi vê pêkanînê AKP'ê careke din dijminatiya xwe ya li hemberî zimanê Kurdî nîşan da."

KCD'ê 21'ê Sibatê li gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir û got, "Di pêvajoyeke wisa de ku AKP-MHP bi awayekî hovane êrîşî nirxên gelê Kurd dikin, rêya tekane berxwedan û parastina çanda gelan e. Em ê bi hişmendiya neteweya demokratîk ziman, çand û hebûna xwe û hemû gelan biparêzin. Ji bo vê jî berxwedaneke ji her demê bêhtir û bihêztir divê."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Li hemberî girtin û dagirkirina saziyên ziman divê her kes cihê ku lê dijîn veguherînin saziyeke ziman û xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê baş were zanîn ku heta niha gelê Kurd bi berwedana bêhempa planên qirkirina çandî ya dewletê vala derxist û anî astekê. Ji niha şûn de bi berxwedana we dikare ev pergala dagirker bi temamî ji holê rake. Roj roja berxwedan û xwedîderketina li nirxên xwe ye. Serketin her demê bêhtir nêzîk e û em ê bi ser bikevin."