Karayilan: Hesabê me yê bi dagirkeriya Tirk re dîrokî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan: Li dijî vê dewletê, li bin erd, li ser erd, li ezmanan çi dike bila bike em ê li ber xwe bidin û hêza wê bişkînin. Hesabê me yê bi dagirkeriya Tirkiyê re dîrokî ye.

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK'ê Murat Karayilan got li nav gerîla guherîneke mezin pêk hatiye; heke ne ji guherîn û veguherîna van 2-3 salên dawîn bûya wê şerekî wiha mezin nekarîbûna bikin û got, ''Di rastiyê de dewleta Tirk li bara me ketiye, têk çûye. Bi teknîk û îstîhbaratê dixwaze têkçûna xwe binixumîne. Bi amûrên teknîk dixwaze derbê li me bixe û têkçûna xwe sivik bike. Em jî li dijî wê hewl didin teknîka însên, huner û zîrektiya wê geş bikin. Em ê bi vê jî nemînin, em ê teknîkê jî geş bikin.''
Endamê Komîteya Rêveber ê PKK'ê Murat Karayilan ji Stêrk TV re axivî, bersiv da nûçegihan Ciwan Tunç.

KONSEPTA DIJ KURD

Karayilan got Kurd li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê heqîqetek in, mafê wan ê jiyana azad heye, bi kuştin, tundî û êrîşan nikarin werin şikandin. Karayilan got konsepta dij Kurd a ku dewletê sazkar kiriye taloke ye û domand, ''Wiha xuyaye, ne hin derdorên Kurd û ne jî hêzên herêmê û ne jî gelê Tirk konsepta ku tê xwestin were bicihkirin fêhm nakin. AKP, Ergenekon û MHP û hiz hêzên veşartî û kûr ji bo konsepteke nû li hev kirine. Hedefa pêşî ya vê konseptê ew e ku Tevgera Azadiyê ku ji bo xwe asteng dibînin tasfiye bikin. Pirsigrêk ne tenê PKK ye, hemû destkeftiyên Kurdan dikin hedef. Ev rastî pir hişkere ye. Ya dî; dewleta Tirk ne tenê li nav sînorê xwe li derveyî sînorê xwe jî dixwaze dewleteke ultra yan jî hegemon. Ango bi tifaqa Ergenekon, MHP, AKP û El Qaîde plana ku tê xwestin were sazkarkini ne tenê li ser PKK û Kurdan li ser Ereb, Fars, Suryan, Ermenan jî dixwazin sazkar bikin û ji bo wan jî û gelên herêmê jî hewldaneke taloke ye.

TÛRANIYA JONTURKAN

Ev mîna Jon Turkan Tûraniyê didin ber xwe. Dewleta Tirk xeyala wê dike ku li herêmê mezintir bibe. Go wer bîra we Erdogan beriya niha gotibû, ''Divê em Lozanê dîsa deynin ber xwe''. Ango dixwazin sînorên bi Mîsak-i Millî diyar bûyî, Başûrê Kurdistanê û Rojava dagir bikin. Jixwe vê hişkere dibêjin.''

TEVLÎ VÊ TIFAQÊ NEBIN

Karayilan got divê hêzên herêmê, vê konsepta dewleta Tirk bibînin, bi hev re tevbigerin û armanca sereke ya vê konseptê ew e ku siyasta qirkirina Kurdan bibin serî. Karayilan got siyasta qirkirinê ku beriya niha li ser Ermenan pêk anîbûn dixwazin niha bi rêbazên Kurdan li ser Kurdan jî bikin û domand: ''Mînak van demên dawî Îran û Tirkiye li hev rûniştin, li ser naveroka vê rûniştinê hin fikare me çêbûn. Deweta Îranê piştî civîna Tehranê ku berdewamiya pêvajoya Astanayê bû, li dijî Kurdan êrîşek da destpêkirin. Êrîş birin ser Koyê, aktîvîstên Kurd dar ve kirin, êrîş birin ser KODAR û PJAK'ê. Ev geşedan fikaran bi me re çêdike. Dewleta Îranê ji hêlekê ve êrîşê tîne ser Kurdan, ji hêla dî ve jî weke ku xwe nêzî Kurdan dike tevdigere. Heke bi rastî jî wê bibe xwedî helwesteke erênî divê ev ne bi konsepta milliyetgir a Tirkan be.''

XEYAL DIKIN KU BIBIN SERDEST

Karayilan bi bîr xist konsepta ku Tirkiye sazkar dike ji bo Îranê jî taloke ye, ji ber ku hedefa Tirkiyê ew e ku li herêmê bibe serdest, mesele ew e ku Sûriyê kontrol bike, helbet Îran jî dixwaze li herêmê bibe serdest. Karayilan got Îran û Tirkiye ev nêzî 600 salî ye di pêşbirkê de ne û got, ''Ji bo vê jî tişta ku em dixwazin bibêjin ew e ku hêzên ku bi hev re nakokin divê li ser dijberiya Kurdan li hev nekin. Ev ê dîsa li wan vegere.''

LI SER XWÎNA KURDAN NABE

Karayilan got pirsa Rojhilatê Kurdistanê bi tundiyê na, bi gotebêjî, diyalog û rêyên siyasî wê çareser bibe û domand: ''Weke ku tê zanîn niha li dijî  Îranê hêzên navnetewî xwedî helwesteke hevpar in. Her wiha li ser Îranê ambargoya aborî heye. Em Kurd nebûne alî di vê mijarê de, ne hewce ye ku em bibin jî. Divê ti kes nakokiyên xwe li ser me, li ser xwîna Kurdan lê negere ku çareser bike. Ne Tirkiye û Îran, ne Amerîka û hêzên din divê nakokiyên xwe di ser Kurdan re çareser nekin. Em Kurd dixwazin mafên me yên siruştî yên ku hatine desteserkirin werin dayin, li van xakan em dixwazin bi azadî bijîn. Mafê me yê jiyanê jî ji dest me hatiye standin. Meseleya me ev e. Naxwe ti derdê me tine ku em vî alî, wî alî bigirin. Ti fêda rewşeke wiha li Îranê jî tine. Rast e, divê Kurd ne alî bin lê hêza li pêşber jî divê li ser Kurdan zor û tundiyê neke û bi vê neke ku Kurd bibin alî. Nêzîkatiya me ew e ku em dixwazin meseleya Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe. Bi kuştina rêveberên Kurdan, bi zext û zordariyê ev nabe. Ev rêbaz ne rast e, mirov Kurdan bîne pêşberî hev mivor nikare tiştekî bi dest bixe. Tifaqa li ser xeta Ergenekon, MHP, AKP, Îxvan-i Muslîm pir taloke ye. Ev talke ji bo gelên Fars û Îranê jî heye.

POLÎTÎKAYA IMRALIYÊ LI DIJÎ KURDAN E

Karayilan got polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Imrlaiyê berfireh e û domand: ''Ji wir dest pê kir ku pêl bi peş belav bû. Dixwaze hemû zindanên li Imraliyê ava kirî li ser hemû Kurdan pêk bîne. Dixwaze hemû Kurdan tecrîd bike. Polîtîkayên Imraliyê ne tenê li dijî kesekî ne. Di şexsê Rêber Apo de li dijî hemû Kurdan e. Ew rêberê gelê Kurd e. 11 milyon îmze hatin komkirin. Ev bi notêrên hatin tesdîqkirin û li Brûkselê radestî hêzên navnetewî hatin kirin. Li dijî vîneke wiha êşkenceya psîkolojîk û tecrîda teqez dikin. Ev nêzîkatiya wan a li Kurdan destnîşan dike.''

BERPIRYARIYA GEL Û TEVGERÊ HEYE

Karayilan got li ser tecrîdê berpirsyariya wan jî heye û domand, ''Ev zilmeke li ser Kurdan e. Ev tecrîd hem li dijî hiqûqa navnetewî ye û hem jî li dijî pergala hiqûqê ya Tirkiyê ye jî. Her wiha li ti pîvana exlaqî jî naye. Erdogan vê dike. Ev sê sal in kes nizane li Imraliyê çi dibe.  Em gel û Tevger divê li ser vê mijarê berpirsyariya xwe bibînin û vê ji holê rakin. Ji bo vê jî divê em têkoşînê geş bikin.''

ŞEREKÎ MEZIN HEYE

Karayilan li ser têkoşîna bêhempa ya gerîla û encamên wê got, ''Di navbeyma me û dewleta Tİrk de şerekî giran heye. Em kêm dimînin ku tiştên dibin bînin ser ziman û bi rengekî bibandor nîşan bidin. Em her tiştî naaxivin. Em nikarin çapemeniyê bilez û karîger bixebitînin. Hevrêyên me yên hêja jî şehîd dibin, em dizanin ku divê em pêngaveke tolhildanê bidin destpêkirin. Em ji Behra Reş heta bi Zagrosan li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin. Medyaya Tirk her roj dibêje, ''Li Behra Reş 2 kes mane', derewên wiha dike. Lê beriya bi du sê rojan hevalên me li dijmin xistin û gelek leşker mrin. Hevalekî me yê bi navê Çiyager bi qehramanî şer kiriye û şehîd bûye. Ev çend sal in heman tiştî dibêjin. Di navbeyna me de şerekî giran heye û ev şer ne tenê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê kirin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî tê kirin. Li Efrînê jî gelê me li dijî dewleta Tirk şerekî mezin dide.

DAGIRKER WÊ NIKARIBIN XWE LI XWE RAGIRIN

Karayilan got di serî de Efrîn heta ku hemû Kurdistan ji dagirkeriyê neyê rizgarkirin û azadkirin wê nikaribin ji bo xwe şoreşgerên demê bibêjin, ew hay ji êş û dijwariyên gelê Efrînê hene û got, heta ku yek Kurdê xwedî raman û giyanê Apoyî hebe wê dagirkerî nikaribe xwe li xwe bigire.

EM Ê TÊKNÎKÊ JÎ PÊŞ BIXIN

Karyilan got li nav gerîla guherîneke mezin pêk hatiye; heke ne ji guherîn û veguherîna van 2-3 salên dawîn bûya wê şerekî wiha mezin nekarîbûna bikin û got, ''Di rastiyê de dewleta Tirk li bara min ketiye, têk çûye. Bi teknîk û îstîhbaratê dixwaze têkçûna xwe binixumîne. Bi amûrên teknîk dixwaze derbê li me bixe û têkçûna xwe sivik bike. Em jî li dijî wê hewl didin teknîka însê, huner û zîrektiya wê geş bikin. Em ê bi vê jî nemînin, em ê teknîkê jî geş bikin. Li dijî vê dewletê, li bin erd, li ser erd, li ezmanan çi dike bila bike em ê li ber xwe bidin û hêza wê bişkînin. Hesabê me yê bi dagirkeriya Tirkiyê re dîrokî ye. Hesabê me yê bi dagirkeriya Tirkiyê re dîrokî ye. Rêbertî li ser vê mijarê perspektîfa hewce daye me. Îdeolojî, felsefeya Rêbertî bes e ku mirov bigihe ezmanan. Bi vê teknîk û taktîkê dijmin wê were şikandin. Divê were zanîn ku di vê mijarê de xebatên me didomin, em ê kûrtir bibin û pêngavên şoreşger bidin ber xwe.''

WÊ DAWIYA DAGIRKERIYÊ WERE

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK'ê Murat Karayilan got ew ji pêvajoyeke nazik derbas dibin û domand, ''Ev pêvajoyeke giran e. Jixwe pêvajoyên giran nîşanî însên didin bê ka ew çi ne. Di demên rehet de her kes dikare biaxive û tiştinan bike. Lê di vê pêvajoyê de mirovên xwedî vîn, biryardar divê xwe nîşan bidin û destê xwe bixin bin kevir. Di vê pêvajoyê de jin û ciwan divê zêdetir bi berpirsyarî rabin. Şer giran e. Heke ev şerê di ve astê de were şikandin êdî li Kurdistanê wê dawî li zilm û dagirkeriyê were.