Karayilan: Em ê hesab bipirsin, em ê tolê hilînin

Mûrad Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî û got, "Hesabekî dîrokî di navbera me û mêtingeriya Tirk de heye. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne, hesab wê ji dijminê namerd bê pirsîn."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrad Karayilan bi wesîleya Pêngava 15'ê Tebaxê bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî.

Karayilan işaret bi şehadeta sembola civaka Êzidî û yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Zekî Şengalî kir û got, "Bêguman ev êrîş dewama fermana 73'an e ku DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê rakir. Êrîşeke bi vî rengî ya li dijî mirovên bê çek û sivîl, terora herî mezin e."

XWÎNA WAN WÊ LI ERDÊ NEMÎNE

Karayilan di dewama axaftina xwe de got, "Em vê êrîşa ku bi tirsonekî û namerdî hate kirin şermezar dikin. Lê belê em ê ne tenê şermezar bikin, em ê tola wê hilînin. Bila civaka me ya Êzidî û temamiya gelê Kurd zanibe, xwîna hevrê Zekî û hevalê Atakan wê li erdê nemîne."

Çend ji xalên sereke ji axaftina Karayilan wiha ye:

"Em di demeke gelekî girîng û stratejîk de sala 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin. Di navbera me û mêtingeriya Tirk de niha şerekî stratejîk di asta herî bilind de diqewime. Ev şer ne tenê li Bakurê Kurdistanê ye. Şer li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî belav bûye. Encama vî şerî wê rê li ber gelek bûyeran veke. Em di demeke wiha de ne. Bêguman di demên wiha stratejîk de şehîdên me jî çêdibin. Ji şehîdê me yê destpêkê ji Hakî Karer heta Fermandar Egîd, ji Egîd heta Erdal (Engîn Sîncer), Adil, Nûda, Delalan, Atakan, Ronî, Welat, Serdar, Baran û şehîdê me yê dawî hevalê Zekî. Di şexsê wan de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin."

HER ŞEHADET SEDEMA PÊNGAVÊN NÛ YE

"Têkoşîna me di heman demê de xwedîderketina li bîranîna şehîdên me yên leheng e. Têkoşîna me ya azadiyê bi berxwedan û fedakariya mezin a şehîdên me yên leheng gihîştiye vê serdemê. Ji niha û pê ve jî wê bi heman rêbazê bi ser bikeve. Di dîroka me ya têkoşînê de her şehadet bûye sedema pêngavên nû. Dema ku hevalê Egîd şehîd bû, dijmin digot 'Milê rastê yê Apo îmha bû, şerê gerîla qediya'. Lê belê ji bo bîranîna hevalê Egîd ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê) hate ragihandin. Şerê me yê şoreşgerî ku bi navê ARGK'ê hate meşandin 32 salan dewam kir û roj bi roj mezin bû. Li ser bingeha hevrêyên Atakan, Welat û Zekî, em dixwazins ala 35'an a Pêngava 15'ê Teabxê bikin saleke mezin a têkoşînê. Em ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkerî û faşîzma AKP-MHP-Ergenekon û El Qaîdeyê li hemû parçeyên Kurdistanê mezintir bikin û tola şehîdên xwe hilînin."

"Partiya me ti carî ji ber şehadetan qels nebûye. Her şehadetê rê li ber hêzeke mezin a têkoşînê vekiriye û biryardariya me zêde kiriye. Divê em ji şaşitî û kêmasiyên ku rê li ber van şehadetan vekirine dersê derxînin. Meha Tîrmehê û destpêka meha Tebaxê li Garzanê tevî hevalê Welat komek ji hevalan, piştre li Faraşînê hevrê Serdar û Baran û hevalên pê re, herî dawî hevrê Atakan, Ronî û hevalên pê re şehîd bûn. Divê encam ji van şehadetan bê derxistin û ji hilanîna tola wan, pêwîste em li ser xeta leşkerî ya rast a serdemê bêhtir kûr bibin. Girîng e em van şehadetên xwe yên gelekî hêja li ser bingeha pêngavên mezin bikin soza serketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Nêzîkatî û biryara tevgera me li ser vê bingehê ye. Têkoşîna hilanîna tola şehîdên me yên leheng wê meşa me ya serketinê be."

ARMANC JI TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ TASFIYEKIRINA TEVGERA ME YE

"Rêberê me niha di destê dewleta Tirk de dîl girtî ye. Lê belê cihê kiryarên li Îmraliyê di nava ti exlaq û qanûnan de nîne. Dijmin baş pê zane ku bi zext û tecrîdê nikare Rêber Apo ji îradeya mirovê azad vegerîne. Lê belê dixwaze di nava gerîla de rê li ber dudiliyê veke, têkiliya bi Rêbertî re bibire, bike ku di nava me de pirsgirêk û lawazî rû bide. Ya esasî, ji bo tasfiyekirina şoreşa me, li Îmraliyê zilmê û kiryarên li dijî mirovahiyê dike."

"Bila hemû hevrêyên me zanibin, eqsê dijmin em ê hîn bêhtir xwe bigihînin Rêberê xwe. Divê her kes mîna Rêberekî bi bi erk û wezîfeya xwe rabin, şer bikin û mîna milîtanê serketinê li ber xwe bidin. Pêwîste em bi vîr engî bersivê bidin dijmin. Sîstema Îmraliyê û tecrîda heyî bi vî rengî ji hev dikare were xistin. Sîstema qirker mêtinger jî bi bexwedaneke wiha dikare bê parçekirin. Girîng e em baş bi vê rastiyê zanibin."

ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ ÊRÎŞEKE NAMERDÎ YE

"Tevî ku weke HPG'ê em bi rengekî fermî ji Şengalê vekişiyane, dewlet Tirk dest ji dijminatiya xwe ya li Şengalê bernedaye. Dijmin doh berêvarê (15'ê Tebaxê) ji hewayê ve êrîşeke sûîqestê kir. Hevalê Zekî tevlî merasîma bîranînê ya komkujiya gundê Koço ya Sala 2006'an dibe. Hevalê Zekî dema ku ji vê merasîmê vedigere, ji hewayê êrîşê dibin ser wesayita ku tê de bû. Hevalê Zekî hevrêyekî me bû ku di nava têkoşîna me de kedeke xwe ya mezin hebû, rola xwe girîng bû. Li Şengalê ti karê leşkerî nedikir. Li wê derê karê civakî û sivîl dikir. Lê belê dijmin ji karê wî ditirsiya, lewma bi rengekî tirsonekî û namerdî êrîşeke wiha bir ser hevalê Zekî."

"Hevalê Zekî di nava civaka me ya Êzidî de li Şengalê karê sivîl dikir. Lê belê bi êrîşeke namerdî hevalê me şehîd xistin. Bêguman ev êrîş dewama fermana 73'an e ku DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê rakiribû. Êrîşeke bi vî rengî li dijî mirovên bê çek û sivîl, terora herî mezin e."

"Hevalê Zekî Şengalî ji bo tevahiya civaka me ya Êzidî sembol e. Pêşengekî civaka me ya Êzidî ye. Armanca wî ya herî mezin pêkhatina yekîtiya gelê Şengalê, pêkhatina xweseriya Şengalê bû. Bi şev û roj ji bo vê armancê dixebitî. Ev êrîş beriya her tiştî li dijî civaka me ya Êzidî û li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hatiye kirin."

EM Ê HESABEKÎ DÎROKÎ JI MÊTINGERIYA TIRK BIPIRSIN

"Em vê êrîşa tirsonekî û namerdî şermezar dikin. Em ê ne tenê şermezar bikin, em ê tola wê hilînin. Bila civaka me ya Êzidî û tevahiya gelê Kurd zanibe, xwîna hevalê Zekî wê li erdê nemîne. Xwîna hevrê Zekî, xwîna hevalê Atakan wê li erdê nemîne. Di rojeva me de hesabpirsîneke dîrokî heye. Hesab wê ji vî dijminê tirsonek û namerd bê pirsîn. Bila her kes bi vê rastiyê zanibe."

"Bi vê wesîleyê em ji civaka xwe ya Êzidî, ji gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Bila gelê me zanibe, şehîdên me wê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de her bijîn. Keda şehîdan û kevneşopiya wan a berxwedanê wê vê têkoşînê bi ser bixîne. Ev yek sonda me ya têkoşînê ye. Pêwîstî bi gelek gotinan nîne. Çawa ku dema fermandarê mezin Egîd şehîd bû û li ser bingeha bîranîna wî artêş ava bû û serdemeke nû dest pê kir, şehîdên me yên mehên Tîrmeh û Tebaxê jî wê xwedî heman rolê bin."