Karasû:PKK berdêlan dide lê teslîm nabe

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Karasû, li ser îdîa ku we dewleta Tirk Qendîlê dagir bikin, operasyona Zapê û Çelîkê bi bîr xist. Karasû got, ‘’PKK berdêlan dide lê teslîm nabe’

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasû got ew li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya bi ser Başûrê Kurdistanê hazir in û got, ‘’Di operasyona Zapê û Çelîkê de çawa ku reviyabûn û xwe bi zorê xilas kiribin, di tevgereke dagirkirinê ya bi ser Qendîlê, Başûrê Kurdistanê de wê heman tişt bi serê wan were.’’ Karasû got, ‘’Vîna berxwedanê ya PKK’ê, ne dewleta Tirk û ne jî mêtingerekî dî dikare bişkîne.’’

Karasû li ser operasyona bi navê ‘Çelîk’ a  1995’yan a bi ser Metîna de ji ANF’ê re axivî û got, ‘’1993-1994’an dewleta Tirk bi kuştinên kiryar nediyar û bi operasyonên mezin xwest ku Tevgera Azadiyê tasfiye bike. Dewleta Tirk dawiya salên 1994’an û destpêka 95’an bawer bawer kir ku wê Tevgera Azadiyê biçewisîne û têk bişikîne. Li hemû eyaletan şer çêbû. Tevgera azadiyê windahiyên mezin ê dîroka xwe di van salan de dan. Di demeke wiha de digotin wan derbeke giran li me xistiye.’’

BIRYARA KONGREYÊ HATE STANDIN

Karasû got di vê demê de Kongreya 5’an pêk anîne û biryara, ‘’Divê em dewleta Tirk bikişînin Başûrê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê wê biçewisisînin’ hatiye standin û ji bo vê jî, Kongreya 5’an li ser xeta sînor, li Heftanînê pêk anîn û qaqibo li dewleta Tirk kirine. Karasû got bi vê re deweleta Tirk 20’ê Adarê kete Başûrê Kurdistanê û domand: ‘’Em Tevgera Azadiyê li benda tiştekî whia bûn. Me plan kiribû ku dewleta Tirk were û li Başûr hêzên gerîla wan biçewisînin, ew jî ketin vê kemînê û ‘Operasyona Çelîk’ê kirin. Di operasyonê de, ku nêzî mehekê dom kir, bi sedan leşkerên Tirk hatin kuştin. Şerekî wiha çêbû, leşkerên Tirk piştî mehekê neçar ma ku bireve.’’

VÎNA DEWLETA TIRK HATE ŞIKANDIN

Karasû got, ‘’Dewleta Tirk ku çûyî nêçîrê bû nêçîr’ û got, gerîlayên ku wan digot,’ me tasfiye kirin’ derbeke giran li artêşa Tirk xist, vîna dewleta Tirk a ku gerîlayên Kurd bişkîne hatiye şikandin. Karasû got ji bo vê jî ‘Operasyona Çelîk’ di têkoşîna gerîla de xwedî ihekî girîng e û got, fermandarê leşkeri yê Tirk Osman Pamukoğlu yê wê demê, car caran derkeve televizyonan û çîrokên lehengiyê dibêje lê div ê operasyonê de şikestineke mezin xwarin û reviyan.

 ‘EM BI HEVAL CUMA RE LI WIR BÛN’

Karasû gotina Pamukoğlu, ‘’Me xwest li Kadişê helîkoptêran deynin, lê hemû helîkoptêrên me derb xwarin, me nekarî, em neçar man vekişin’ bi bîr xist û got, ‘’Li cihê ku jê re Kadişê dibêje, em hebûn. Ez û heval Cuma. Wan ji 150-200 metreyî pêş me, bi helîkoptêran dixwesetin leşkeran deynin, operasyonê ber bi başûr ve fireh bikin û dorpêçeke mezin deynin, lê hevrêyên me bi fedaî li ber xwe dan û ev plan têk birin. Hemû helîkoptêran derb xwarin û neçar man ku vekişin. Ne tenê li Metîna, li Zagrosê, Behdînan jî tevgera leşkerî ya artêşaTirk hate pûçkirin.''

HEVŞIBÎNA ÇELÎK Û ZAPÊ

Karasû got operasyonên Çelîk û Zapê pir dişibiyan hev, armanca herduyan jî ew bû ku gerîla tasfiye bikin lê ew şikesin û neçar man ku birevin. Karasû operasyona Çelîk û Zapê bi bîra dewleta Tirk xist, ku van rojan dibêje, ew ê Qendîlê dagir bikin.

AQÛBETA WAN WÊ NE CUDA BE

Mustafa Karasû got, ‘Em ji hemû êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê re hazir in’ û got, ‘’Wê li pêşberî xwe gerîlayan bibîne. Di operasyonên Zap û Çelîk de çawa reviyabin û bi zorê xwe xilas kiribin, di tevgereke dagirkirinê ya bi ser Başûrê Kurdistanê, Qendîlê de, bi teqezî wê bi heman aqûbetê bin.’’

BI PKK’Ê RE VÎNA BERXWEDANÊ HEYE

Endamê Konseya Rêveberiya a KCK’ê Mustafa Karasû di şexsê Şehîd Piling de hemû milîsên Botanê  bi bîr anî, bal kişande ser rola Piling a di ‘Operasyona Çelîk’ de, ew bi rêzdarî bi bîr anî û got, di operasyoneke hevşibe de, dîsa gerîla û gelê Başûrê Kurdistanê wê mil bidin hev. Karasû got,’’ên ku dibêjin zor li PKK’ê bûye, dike ku teslîm bibe’ hê PKK û rastiya wê nas nekirine û got: ‘’PKK berdêlan dide lê ti caran teslîm nabe. Vîna berxwedanê ya PKK’ê ne dewleta Tirk û ne jî mêtingerekî dî nikare bişkîne.’’