Ji Weşanxaneya Aramê 6 pirtûkên zarokan

Ji Weşanxaneya Aramê 6 pirtûkên zarokan

Weşanên Aram, ji bo zarokan 6 pirtûkên ku ji çîrokan pêk tên weşandin.

Weşanên Aramê, 6 pirtûkên rengîn ku ji çîrokên mîtolojîk pêk tên, ji bo diyarî zaroka bikin û dilê zarokan xweş bike çap kir. Weşanxaneya Aramê ji bo zarokan pirtûkên bi navê "Keçika Biçûk û dêw", "Şivan û sê qîzên mîr", "Rovî û Kûsî", "Silko", "Mişkê Deştê" û "Rovî û Şêr" amade kir û pêşkêşî zarokan kir. Pirtûkên ku wêneyên wê Ruşen Sarili xêz kirin. Ruken Sarili jî redaksiyana wê kir hatin çapkirin û li benda xwendevanên xwe yên biçûk in.

Her pirtûkek bi mijareke çûda hatiye nivîsandin û mijarên wê bi wêneyan jî hatiye pêşandan. Zarokên ku van pirtûkên xweş çawan bigrin destê xwe di heman demê dê zanibûn naveroka pirtûkê çiye. Ji ber ku wêne li gorî mijara pirtûkê hatine xêzkirin. Pirtûkên xweş û rengîn li benda xwendekarên xwe yên biçûkin. Pirtûkên ku hatin çapkirin ne tenê bala zarokan, her wiha dê bala mezinan jî bikişînin.