Ji şervanê YBŞ’ê yê Brîtanî banga hevgirtinê

Şervanê Brîtanî yê YBŞ’ê ku li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer dike, Rûbar Ezîz ji bo Şengalê banga hevgirtinê kir.

Şervanê YBŞ’ê yê ku bi navê Rûbar Ezîz tê nasîn ji Ingilistanê çûye Şengalê. Rûbar Ezîz ji çiyayê Şengalê ji ANF’ê re axivî û sersaxî da malbatên ku nasên xwe di êrîşa Manchesterê de jiyana xwe ji dest dane.

Peyama Rûbar Ezîz wiha ye:

Navê min Rûbar Ezîz. Ez li vir bi YBŞ’ê re me. Gelê Şengalê êşa wan malbatên ku nasên wan di êrîşa Manchesterê de jiyana xwe ji dest dane par ve dike.

Li vir em di eniyê de ne. DAIŞ 2 kîlomtre dûrî me ye. Li vir rewş ne baş e. Koalîsyon ti alîkariyê nade me. Malzemeyên tendiristiyê li cem me hema bibêje nîn in û doktorên me pir kêm in. Di nav 2500 şervanî de tenê doktorek heye.

Şervanên ku ji Rojava hatin vir pir kêm in, em tenê 4 kes in. Du Spanyol hene, yek ji van doktor e, yê dî jî leşker e, ew jî 2-3 kîlometre ji me dûr e. Li vir tenê ez heme û şervanekî dî yê Fransî heye.

Pêdiviya me bi dildaran heye ku werin vir û alîkariyê bidine me, bi doktor, ajokar û hewanavêjan.. Kî were wê pir sûdewar be. Çi qas pir mirov werin vir wê ev qasî baş be, ji ber ku pêdiviya me pê heye.

Li hêla dî kêşeyên bi Tirkiyê re hene. Balafirên şer ên Tirk di dema dawî de pir caran ev herêm bombe kir. Balafirên koalîsyonê jî li ser vir difirin, balafirên Tirkan jî. Em êrîşî wan nakin, ji ber ku em nizanin em ê êrîşî kê bikin.

DAIŞ 2 kîlomtre dûrî me ye. Li dijî me bombeyên xwekuş bi kar tînin lê YBŞ nahêle nêz bibin. Beriya bi 2 rojan DAIŞ’ê dîsa bombeyekî xwekuj bi ser me de şand. Di vê êrîşê de şervanekî YBŞ birîndar bû, baş e ku jiyana xwe ji dest neda. Ji bo vê jî pêdiviya me bi her cure alîkariyê heye.’’