Ji Festîvala Dersimê li dijî AKP’ê banga têkoşînê

Festîvala Dersim a Ewropa 2017 a duh li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê destpê kiribû bi dawî bû. Di festîvala çanda Dersimê hate naskirin de, di axaftinên hatin kirin de li dijî faşîzma AKP’ê banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Festîvala Dersîm a Ewropa 2017’an a ji aliyê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Dersîm ê Ewropa (FDK) û Federasyona Yekîtiya Dersîm ê Ewropa (ADEF), Cemiyeta Ji nû ve Avakirina Dersîmê, Komeleya li Dijî Qirkirina 38’an a Dersîmê, federasyonên mîna Spor Dersîmê û saziyan ve hevpar hatiye lidarxistin didome. Festîvala bi dirûşmên “Meşa me ya heq û heqîqetê diwam dike”, “Ji qetilkirina xweza, nasname, bawerî û çandê re Na”, Çeme Mûnzûrî Dêrsimo Xoser de bê bendu phêl bido” hate lidarxistin, ji aliyê gelek komele û saziyên li Ewropayê ve tê piştgirîkirin.

Îro tevahiya rojê di festîvalê de aktivîteyên cuda hatin lidarxistin. Di festîvalê de li ser dika bingehîn hunermed, muzîk hatin guhdarkirin û her wiha siyasetmedaran jî bi axaftinên xwe peyamên siyasî dan.

Li qada festîvalê posterên Seyîd Riza, Mazlûm Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sakîne Cansizî Alîşêr û Zarîfe, Ûlaş Bayraktaroglû û Ayşe Denîz Karacagîl hatin daliqandin, Kurmeşî, Dersim Spor, Heyva Sor, Hevparên Yekbûya Hêz a Demokratîk, Hevparên HDP’ê Koçgirî, Kareyan, Hewldana Gurgumê û dezgeh û komeleyên mîna Kureçiyan bi sandên vedayîn çanda xwe dan naskirin, xwarinên herêmî pêşkêş kirin. festîvala ku ji bo zarokan qadekî taybet amade kiribûn, şano û govendên gelerî pêşkêş kirin.

Di festîvala bi hezaran kes beşdar bûn de, Buk û zavayekî Dersimî jî daweta xwe li qadê kirin. Bûk û zavayê bi hespan û cilên xwe yên herêmî ve hatin qada festîvalê, bala gel kişandin.

 ‘ÎRO LI ROJHILATA NAVÎN DÎROK TÊ NIVÎSANDIN’

Festîvala ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hate girtin û şûnde, ji rêberê bawermendên Elewiyan Pîr Riza Yagmûr axivî û diyar kir ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşîna 1,400 salan a heqîqetê bi rêve dibin û got: “Li dijî me ev sed sal e ku qirkirin û qetlîam tên kirin. Em têkoşîna xwe ya li dijî qetlîam û tarîtiyê têkoşîna ronahiyê dikin, didomînin. Em li ser xaka xwe li dijî van qetlîaman di nava têkoşînê de ne.”

Pîr Riza Yagmûr, têkoşîna di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn tê meşandin şiband keştiya Nûh û wiha got: “Îro li Rojhilata Navîn dîrokek tê nivîsandin. Ev dîrok ji bo Tirk, Kurd, Ereb, Fraris, Elewî, Xiristiyan û Sunî bi hev re bijî, weke neynok û goşt, meşekî nû ye. Ev dişibe keştiya Nûh.”

SEROKÊN FEDERASYONA DERSIMÊ PEYAMA YEKÎTIYÊ DAN

Serokên federasyona ku festîval li dar xistin, Metîn Bozdag, Bedrana Yildirim û Mûharrem Erdogan peyameke hevpar dan û gotin ku, “Em ketin sala 80’emîn a qirkirina Dersimê. Li hemberî kesên ku dixwazin me tune bikin em bi rêya festîvalê dixwazin peyamekê bidin wan. Hûn nikarin me tune bikin, em ê li hemberî we têkoşîna xwe bilindtir bikin. Festîvala li Dêrsimê ji ber AKP’ê nayê kirin. Ji ber vê jî beşdariya xurt a vê festîvala me bersivek e ji wan re.”

‘FERASETA QIRKER ÎRO ERDOGAN E’

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle di axaftina xwe de diyar kir ku Dersim di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cihekî xwe yê taybet heye û got: “Li hemberî Mazlûm Dogan û Sakîne Cansizan ez bejna xwe ditewînim. Pêvajoya qirkirinê bi sedan sal in didome. Li hemberî vê qirkirinê berxwedanek jî heye. Ev berxwedan îro li Rojava didome.

Îsal sala 80’emîn Qirkirina Dersimê ye. Ligel ku 80 sal derbas bûye jî, îro jî didome. Ev feraset îro di şexsê AKP û DAIŞ’ê de li hemberî me ye. Erdogan dixwaze li ser Elewî, Kurd û kesên mûxalîf qirkirinê bike. Lê em destûrê nadin van hêzan.”

Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a di girtîgeha Tekîrdagê de jî peyamek şand û diyar kir: “Ez xemgîn im ku îro ne li gel we me. Ji ber ku em dixwazin çanda Kurd û Elewiyan bidin jiyîn, AKP’ê em dîl girtine.”

Di festîvalê de Grûp Sîmûrg, Yekşa, Dengê Xwezayê, Grûp Mûnzûr, Ûmût Altincag, Hasan Saglam û Gulseren Kiliç derketin ser dikê.