Ji bo Xeleta Navneteweyî ya Wêjeyê 6 berendam

Li paytexta Elmanya Berlînê cara 9'an wê Xelata Navneteweyî ya Wêjeyê were dayin. Xelat ji hêla saziya bi navê Haus der Kulturen der Welt û Stîftung Elementarteîlchen ve têne dayin ku du saziyên guherîna çandê yên navdar in di qada navneteweyî de.

Li paytexta Elmanya Berlînê cara 9’an wê Xelata Navneteweyî ya Wêjeyê were dayin. Xelat ji hêla saziya bi navê Haus der Kulturen der Welt û Stîftung Elementarteîlchen ve têne dayin ku du saziyên guherîna çandê yên navdar in di qada navneteweyî de. Ji çar aliyên dinyayê ji bilî nivîsên cihê û ne jirêzê ku bi 150 berhemên wêjeyî serlêdan sînordar e, taybetmendiyeke wê ya din jî ew e ku berhem divê beriya niha li ti deveran nehatibin çapkirin.

20'ê Hezîranê wê xelat ji bo du berhemên wêjeyî werin dayin. Beriya xelatdayinê hejmara berhemên berendamên xelatan bûne 6. Di nav van de  romanên bi vegotinên cihê hene ku li Elmanî hatine wergerandin û jiyanên li deverên cihê yên dinyayê vegotine.

Ji bilî berhemekê, berhemên din bi wan weşanxaneyên din ku zêde nayên naskirin li Elmanî hatine wergerandin û wiha tevlî pêşbaziyê dibin.

Di nav van 6 berheman de romana Hamed Abboud ê 30 salî jî heye ku Abboud piştî ku ji Dera Zorê direve û di ser Misir, Dubaî û herî dawî di ser Tirkiyê re li Avûstûryayê bi cih dike û li ser mirina gelek hevalên xwe yên di şer de û di rêyên koçberiye de nivisiye. Abboud ku destpêkê şêwazeke lîrîk dide romana xwe, realîteyên ku dikarin bi absûrdî werin dîtin, bi perspektîveke ku dikarin werin ragirtin bi hev ve girêdide. Romana Abboud bi navê "Çi bi çûkên koçber hatibû?" hatibû weşandin. 

ÇÎROKA ROJÊN DAWÎ YÊN CHAVEZ NIVÎSÎ

Romana Nivîskarê Venezuelî Alberto Barrera Tyzska ya bi navê "Rojên Dawî yên Comandante" jî di nav berhemên fînalê de ye, ku di romanê de jiyana lîderê welatê xwe yê di navbera salên 1999-2013’an de kiriye mijara xwe. Nivîskarê romanê dabeşbûna Venezuela a bi rengê alîgirî û dijberiya Chavez vegotiye, bi zimanekî ku nebe parezvanê yek ji van aliyan tenê rewşa welêt vegotiye.

Li gorî nivîskar Tyzska ku li Venezuela têra xwe tê naskirin Chavez ji hêla beşekî berfireh ê civakê ve wiha dihate dîtin ku her gotina wî rast dihate qebûlkirin, rûmeta hejaran û çewisandiyan li wan vedigerand û weke rizgarkerekî bû. Tyszka balê dikişîne ser hêla dî û dibêje beşekî civakê jî Chavez weke dîktatorekî populîst didit. Di romanê de piştî emeliyatbûna Chavez a 2012’an a li Kubayê, dewlemend vedigerin paytext Caracasê, romannivîs rewşa dewlemendan di ser malbata pisporê pençeşerê yê malnişînbûyî Mîguel Sanabrî re vedibêje.

Yek ji berhemên din ku ji fînalê re mayî berhemeke bi Îngilizî ya bi navê "Wezareta Qurfpêketinê ya Camewerî ye ku ceribandina pêşî ya edebî ya Amenda Lee Koeyê Sîngapurî ye. Beriya niha jî Amenda Lee Koe mohra xwe li pirtûkên herî baş ên 50 salên dawî dabû, Koe hewl dide ku sînorên nirxên moralî yên welêt vebêje.

ÇÎROKA BIÇÛKTIRÎN PAYTEXTA DINYAYÊ: TRAM 83

Romana "Tram 83" ya nivîskar û wêjekarê Kongoyî Fîston Mwanza Mujîla jî jiyana di navbera stesyon û xeta tramwayê ya Tram 83’ê de ku jê re "biçûktirîn paytexta dinyayê" gotiye, vedibêje. Di romanê de çîroka nivîskarekî şanoyê yê Fransayê Lucîen û tekane hevalê wî Requîem tê vegotin; ev der weke mekanekî wiha hatiye sêwirandin ku xwendekar, fahîşe, çeteyên organan, leşkerên zarok lê hene ku "ji hemû borsayên dinyayê mirov lê civiyane."

HÊZ Û HINGOF BI ÇÎROKÊ ANONÎM ÊN KOREYÊ HATINE VEGOTIN

Berhema 5’an a ku layiq hatiye dîtin ku bikeve merasîma xelatstandinê de jî pirtûka bi navê ‘Vejeteryan’ ya nivîskar Han Kang e, ku di romanê de şerê Yeong-Hye yê tê vegotin, ku piştî hevserê wê, wê ‘jirêzê’ dibîne, êdî ew dikeve şerekî wiha ku naxwaze bibe ‘endamê ji nîjada mirov’. 2016’an wergera wê ya Ingilîzî xelata Man Booker Internatîonal Prîze wergirtibû, Kang di berhema xwe de jiyana tevlîhev a Yeong-Hye tê vegotin.

Yeong-Ley di romanê ji hêlekê ve temsîle jineke wiha ye ku tecawiz lê hatiye kirin û  ji hêla hevser û malbatê ve hatiye harmonîkirin û ji hêla dî ve jî xwîşk û xweştiviyek e ku jê tê hezkirin. Di romanê de hêz û hingof bi rengê çîrokên klasîk ên Koreyê hatine vegotin.

Berhema dawî jî ya ku layiq hatiye dîtin ku îsal tevlî merasîma xelatstandinê bibe ya nivîskar û dîrokzanê ciwan ê Polonî Zîemowît Szczerek a bi navê ‘Mordor wê were û wê me hemûyan bixwe’ ye, ku serboriyên 20 salan ê nivîskar vedibêje. Nivîskar tiştên li Ukrayna bûne bi vegotine cihê nivîsiye û her wiha ji rastiya wan jî dûr xistiye.

Nivîskar serboriyên bi taloke bi qutebirî vegotiye.

MERASÎMA XELATDAYINÊ 6'Ê TÎRMEHÊ YE

Di jûriya îsal ya Xelata Wêjeyî ya 9'an a Navneteweyî de nivîskara Elman Verena Auffermann, nûçegihan-nivîskar Jens Bîsky, wergêr Frank Heîbert, nivîskar û weşanger Mîchael Kruger, dramatûrj Jens Hîllje û nivîskar Makro Martîn û Sabîne Scholl hene.

Di merasîma xelatdayinê de ku 20’ê Hezîranê wê 2 berhemên herî baş werin hilbijartin, 6’ê Tîrmeh jî wê seansên xwendinê, nîqaş û lêkolînên wêjeyî li avahiya Berlîn Haus cer Kulturen der Welt çêbibin. Wê 20 hezar euro bidin berhema herî baş û 15 hezar euro bidin wergerê berhema herî baş.