Ji bo Ocalan wê li Ewropayê grevên birçîbûnê dest pê bikin

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê grevên birçîbûnê dest pê dikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E)daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di navbera 23-27'ê Nîsanê de em ê li Strasbourgê greveke birçîbûnê ya navendî pêk bînin. Di serî de hevserokên KCDK-E yên li hemû welatan wê siyasetmedar, şaredar, rewşenbîr, hunermend û nûnerên saziyên dost tevlî vê grevê bibin."

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ku 19 sal in bê navber dewam dike û hate gotin, "Tecrîda li ser Serok Apo ku hesreta azadiyê ya gelê Kurd temsîl dike, şerekî li dijî gelê Kurd e. Ev şer bi dagirkirina Efrînê û êrîşên ji bo dagirkirinê yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E bi bîr xist ku Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew rêberê hemû gelan e û wiha dewam kir: "Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan ne tenê wezîfeya Kurdan e. Parastina azadiya Ocalan erk û wezîfeya hemû gelên bindest e. Wezîfeya hemû gelan e ku tecrîdê ji holê rakin. Birêz Ocalan bi nêrînên xwe yên ji bo rizgarkirina hemû mirovahiyê bûye rêberê gelan û ji ber vê yekê bi xwedîderketina gelan re wê tecrîd ji holê were rakirin."

KCDK-E destnîşan kir ku têkoşîna Ocalan têkoşîneke ji bo şexsê xwe nîne û got, "Ji bo cîhaneke ku azadî û rizgariya gelan lê heye têdikoşe. Îro li gelek herêmên cîhanê weke zanyarekî tê dîtin. Şenseke ku sedsala me diyarî mirovahiyê kiriye. Eger mirovahî vê derfetê û vî şensî ji bo azadiya xwe bi rengekî rast bi kar bîne, wê di demeke nêz de rizgar bibe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ocalan bûye rêberekî felsefîk ê eniya azadiyê û hate gotin, "Parastina Birêz Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya wî tê wateya parastina azadiya me hemûyan. Ocalan rêberê mezin ê têkoşîna mezin a li dijî paşverûtiya gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Şer di navbera modernîteya kapîtalîst û neteweya demokratîk a bi pêşengiya Birêz Ocalan de diqewime. Ji ber vê yekê wê tecrîd ji holê rabe û azadî wê bi ser bikeve."

'JI BER POLÎTÎKAYÊN DURÛ EM CPT ŞERMEZAR DIKIN'

Dîwana Hevserokatiyê bi bîr xist ku erk û berpirsyariya CPT ew e ku êşkenceyê û şert û mercên girtî tê de ne li cih lêkolîn bike û got, "Lê belê CPT bi rengekî bê exlaq bûye hevparê tecrîda giran a ku dewleta Tirk ferz dike. Bi rengekî kêfî û bê berpirsyarî nêzî Birêz Ocalan dibe ku îradeya bi milyonan mirovî ye. Ev yek tirs û fikarên me zêde dike. Di serdana dawî ya Tirkiyeyê de, li gel firkarên me yên li ser rewşa Birêz Ocalan qet tiştek nekir û ev yek jî nayê fêhmkirin."

KCDK-E destnîşan kir ku ew vê helwestê, vê rewşê qebûl nakin û bi dewamî got, "Em careke din dubare dikin ku CPT divê tavilê bi erk û berpirsyariya xwe rabe. Bi vê wesîleyê em ê di  23-27'ê Nîsanê de li Strasbourgê bikevin greva birçîbûnê ya navendî. Di serî de hevserokên KCDK-E yên li hemû welatan wê siyasetmedar, şaredar, rewşenbîr, hunermend û nûnerên saziyên dost tevlî vê grevê bibin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku di navbera 23-27'ê Nîsanê de li gelemperiya cîhanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd wê bi hevdemî grevên birçîbûnê bên kirin û hate gotin, "Li gel Strasbourgê wê li Dusseldorf, Dortmund, Bremen, Hannover, Yewnanîstan, Marsilya, Swêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norwêc, Îtalya, Kanada, Awûtralya, Viyana, Hollanda, Belçîka û Qibrisê grevên birçîbûnê bên kirin."

KCDK-E bang li gel kir ku li dijî dagirkirina Efrînê û xeteriyên li ser Başûrê Kurdistanê li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev bicive û got, "Em bi hemû hêza xwe destekê bidin grevên birçîbûnê ku wê bi şiyara 'Bes e ji tecrîdê re, azadî ji Ocalan re'. Em bi rengekî çalak tevlî grevên birçîbûnê yên li gelemperiya cîhanê bibin û têkoşîna li dijî tecrîdê geş bikin."