Ji bo Heskîfê bang: 23’ê Îlonê werin Heskîfê

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Hewldana Jiyandina Heskîfê bang li her kesî kir ku 23’yê Îlonê li Heskîfê bin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamayê û Hewldana Jiyandina Heskîfê ji bo Roja Heskîfê ya Dinyayê ya 2. ku 23’yê Îlonê wê were kirin daxuyaniyek da.

 ‘DIXWAZIN MIROV Û SIRÛŞTÊ HILWEŞÎNIN’

Di daxuniyayê de hate gotin, helwesta wan a li dijî Bendeva Ilisuyê û Projeya HES’ê berdewam e û hate gotin ti caran ne dereng e ku ew li dijî Projeya Ilisûyê bibêjin ‘na’.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’23’yê Îlonê, di Roja Çalakiya Heskîfê ya Dinyayê ya 2. de a li dijî Projeya Ilisûyê ya Heskîfê em bang li her kesî dikin ku werin Heskîfê. Wê rojê werin Heskîfê, ku dixwazin di demeke nêz de wir vala bikin û tiştên ku têne jiyîn ji cihe cih bibînin.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin lê rawestîna li Projeya Ilisûyê lê rawestîna di dijminahiya jiyanê de ye û lê rawestîna hilweşandina mirov û sirûştê de ye.

 ‘JI BO HEVGIRTINÊ 23’YÊ ÎLONÊ BER BI HESKÎFÊ VE..’’

Di daxuyaniyê de hate gotin dixwazin Mezopotamyayê heta bi Kendava Basrayê bikin çol û hate gotin bi rengekî xurt em helwesta xwe ya li dijî vê daxwazê nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo ku bi giyanê hevgirtinê jiyanê biparêzin 23’yê Îlonê li nêz an jî dûr li bendê ne bi li Heskîfê bin.

Herî dawî wiha hate gotin: ‘’23’yê Îlonê, li gelek deverên dinyayê, ji Bexdayê ta bi Barcelonayê, em hîs bikin ku mirov bi heman armancê li kuçeyan in, werin Heskîfê ku yek ji wê qada girîng e ku av jiyanê dide.’’