Ji bo bîranîna fedaîyan ‘Vengdano’

Gerîla Baran ku li Qadên Parastinê yên Medyayê di bin banê TEV-ÇAND’ê de xebatan dike, dibêje bi berhema ‘Vengdano’ ya Zazakî dixwaze bîranîna şehîdan bide jiyîn.

Di van deman  de ku em rojên herî xweş ên payizê dijîn em diçine kampên gerîla. Dİ rê de wêneyên herî xweşik ên payizê dikevin ber kadraja me. Piştî meşa 7 saetan rawestgeha meya pêşî dibe kampa TEV-ÇAND’ê. Li vir gerîlayên ku di bin banê TEV-ÇAND’ê de xebatan dikin me bi dilgermî pêşwazî dikin, piştre kamelya derbas dibin û em dikevin nav civateke germ.

Em dipirsin bê ka di van şertên dijwar de xebat çawa didomin, xebatên wan ên albûmên nû hene yan na. Gerîla dibêjin dewleta Tirk li ser qadên gerîla firînên keşfê zêde kirine, balafirên şer tim hewl didin ku li ser gerîla zexta psîkolojîk bikin lê wan her cure tevdîrên xwe standine, rojekê jî navberê nadin xebatên xwe. Gerîlayên ku xebatên çandê dikin dibêjin, ‘’Weke li her qadê li qada çand û hunerê jî em xwe hazir dikin ku sala 40’î ya PKK’ê pêşwazî bikin. Li ser vê zemînê xebatên em yên albûmê hene. Bi taybetî ji bo sala 40’î ya PKK’ê wê xebatên me yên taybet hebin.’’

LI ÇIYAYÊN MELODIYÊN ZAZAKÎ

Di vê pevajoyê de ku em demên herî xweş ên payizê dijîn em gerîla û hunermend Baran Candemîr ê Dersimê nas dikin. Baran ê ku 1984’an li Dersimê ji dayik bûye, diyar dike ku 92-94’an ji ber êrîşên dewleta Tirk ên bi mebesta îmhayê neçar mane ku koçî navenda Dersimê bikin, piştre berê xwe dide Ewropayê û piştre jî diçe çiyan. Baran dibêje dema ku ew dest bi muzîkê dike tenê wî kûrahiya hîsa ku dijîn di muzîka xwe de vedibêje û diyar dike piştî ku Rêberê Geê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd nas dike muzîka wî bûye xwedî karektereke civakî. Li çiyayên azad ên Kurdistanê ji dengê xweş yê Baran em li stranên Zazakî guhdarî dikin. Bi baran re em behsa gerîla û muzîka gerîla dikin.

RAWESTGEHA PÊŞÎ AWAZÊ ÇIYA

Baran dibêje dema ku nû tevlî gerîla dibe, dibêje ez muzîsyen im. TEV-ÇAND jî Baran tevlî nav xebatên xwe dike. Baran pêşî tevlî nav koma muzîkê ya Awazê Çiya dibe. Baran dibêje Awazê Çiya pê re hîseke cuda çêkiriye û wiha didomîne, ‘’Biya min çi kesê ku dixwaze xebatên hunerî bike divê teqez li nav gerîlayan tecrûbeya Awazê Çiya bijî.’’

Baran dibêje jiyana gerîla û huner ji hev ne qut in, diyae dike ku li Akademiya Şehîd Sefkan perwerdehiya çand û hunerê tê dayin û wiha didomîne: ‘’Li vir nerîna mirov a li dinyayê û jiyanê diguhere. Mirov dibe xwedî şêwaz û helwestekê. Li vir jiyaneke kolektîf heye. Her tişt hevpar e. Jiyana gerîla gelek bandor li min kir. Têkiliya hevrêtiyê pir xurt e. Ji bo vê jî dibêjim, her hunermendê Kurd û muzîsyen teqez divê li Akademiya Şehîd Serfkan perwerde bibe.’’

JI BO BÎRANÎNA FEDAÎYAN VENGDANO

Baran dibêje asta fedaîtiya Apoyî û berxwedana xwerêveberiyê mohra xwe li dîroka Kurdistanê daniye û dibêje ji bo bîranîna gerîlayên HPG’ê Brûsk û Rêzan ku 2015’an li Dersimê şehîd bûbûn û fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager berhema bi Zazakî ‘Vengdano’ hazir kiriye û got di nêz de piştî klîbê wê were weşandin.

Gerîla Baran dibêje bi vê stranê ew dixwaze ku  şehîdên şoreşê yên ku xwe fedaî gel kirine neyên ji bîr kirin.

RÊYA HEVRÛBÛNA BI HUNERÊ RE

Ez pirs ji Baran dikim ku li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyê li metroplan ciwanên Elewî yên Kurd ên ku muzîkê dikin hene û ne li vir in. Baran dibêje ev mijar girîng e, ji kêmasiya heyî ew jî berpirs in û di vê mijarê de rexnedayineke jidil didin. Baran dibêje bi rastî jî tekane rêya hevrûbûna bi hunerê re fêhmkirina fikri û felsefeya Ocalan û wiha didomîne: ‘’Berê min ji xwe re digot ez hunermend im. Bi taybetî dema ku ez li Ewropa bûm. Piştî ku tevlî nav gerîla bûm û di bin bangê Awazê Çia de min xebat kir tiştin min dîtin. Min pê derxist ku tişta ku min berê dikir ku ji muzîsyeniyê nedibuhurî. Li vir min ferqa muzîsyenî û hunermendiyê dît.’’

BERÊ XWE BIDIN ÇIYAYAN

Baran got divê ciwan xwe ji ber lepên pergalê rizgar bikin û wiha domand: ‘’Divê ciwan felsefeya Rêber Apo baş hîn bibin û fêhm bikin. Divê pergala Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk fêhm bikin. Bêyî van çand û huner nayê fêhmkirin. Ne wiha be çand û huner nayê fêhmkirin. Li ser vê zemînê giraniya hişmendiyê ya ku têkoşînê derxistiye holê nayê hîskirin û girîngiya wê nayê fêhmkirin. Di serî de ciwanên Dersimê bang li hemû gelê me yê Elewî dikim; qirkirina 1938’an bi rengên cuda didome. Em berê xwe bidin Rêbertî, gel û çiyayên azad.’’