‘Ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê geş bikin!'

Welatiyên Mexmûrê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin, “Divê hemû gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derbikeve”û bang kirin ku têkoşîn were geşkirin.

Welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ên ku dema li Kampa Etrûşê li Sûriye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî bûn bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û banga xwedîderketina li Ocalan û geşkirina têkoşînê kirin.

Welatiyên ku Rêberê Gelê Kurd dîtibûn ji ANF’ê re axivîn..

‘JI KELECANIYÊ ME NEDIKARÎ KU EM BIAXIVIN’

Berdevkê Têkiliyên Karê Derve ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Remezan Bozan:

Di sala 1996’an ji wargeha penaberan a Etrûşê komek derbasî qada Serokatiyê bûn.Em hemû pir kelecanî bûn. Li Qada Serokatiyê amadekariyek mezin ji bo me hatibû kirin. Rêbertî bi dilgermî em pêşwazî kirin û me xwarin xwar. Di wan kêliyan de ji ber kelecan û xuruşê em tev mit bûbûn, me ne dikarî em baxivin. Dema ku Rêbertî ew halê me dît, yek bi yek li gel me peyivî û nanê me kir parçe ji bo em bixwin û ew kelecanî li ser me rabe. Ev dilgermiya Serokatî kir ku em vê rewşa matmayî ji ser xwe bavêjin.

‘YEKANE RÊYA AZADIYA PRADÎGMAYA RÊBER APO YE’

Her gava ku dewletên mêtînger û serwer kengê xwestin li Rojhilata Navîn dest bi dagirkirin û pilangeriyekê bikin, em di dîroka Kurdistanê de dibînin ku her tim Kurd û pêşengên Kurdan kirine hedef. Di vê pêvajoyê de jî dewleta Tirk ketiye nava hewldanên tinekirina rêxistina Kurdab û di kesayeta Rêbertiyê de tevgera Azadiyê tine bike. Ji ber ku raman û tevgera Apoyî bi taybet pradîgmaya Rêbertiya me tim ji bo dewletên mêtînger û emperyalîst bûye rêgirî û astengiyeke mezin. Rewşa îro li Rojhilata Navîn tê kirin jî heman rewş e û ne cuda ye, ji bo vê tecrîdeke evqas giran û xedar di kesayeta Rêberê me de didin kirin. Îro em dibînin ku şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku Rêbertiya me jî bi nav dike, li Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistanê tê kirin. Yekane rêya rizgariya ji vê ji bo hemû gel, netew, bawerî û çînê cihê pradîgmaya Serokatiye ye û ew xeta ku ava kiriye. Girankirna vê tecrîdê, tenê yek wateya wê heye, ew jî tirsa ji raman û felsefeya Rêber Apo ya ji bo çareseriya hemû kirîz û kaosên li Rojhilata Navîn ku dewletên desthilatdar dane avakirine.

‘HÊ XURTIR DENGÊ AZADIYÊ BILINDTIR BIKIN’

Îro bêyî fikir û felsefeya Ocalan ne mimkun e ku li Rojhilata Navîn çareseriyeke mayînde û aştiyane bibe. Çalakî û hemû xebatên ku îro li Kurdistan û seranserî cîhanê têne kirin, her çendî dengê xwe heye jî lê divê gelê me û dostên me hê zêdetir çalakiyên xwe xurt bikin û li kolan û qadan azadiya Ocalan bixwazin. Di heman demê de tevgera ciwanên Apoyî dest bi pêngaveke nû kiriye divê ciwan, jin û hemû gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê rabin tevlî pêngavê bibin û rabin ser lingan û vê tecrîd û esareta Îmralî hilweşînin û Rêbertiya xwe azad bikin.

‘BI DILGERMIYA XWE KIR KU EM KELECANIYA XWE JI SER XWE BAVÊJIN’

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Abdullah Kara:

Ez jî yek ji wan kesan bûm ku ew siûda min hebû ku Rêbertî bibînim. Li Şamê me Rêber Apo dît. Em bi mereq û kelecanekê bûn ku dikir dilê me raweste. Lê Rêbertî bi nêzîkatî û dilgerimya xwe ve kir ku em kelecaniyê ji ser xwe bavêjin. Bi dahurandinên li ser kesayeta mirov û bi taybet a di derbarê min de, ez ketim wê ferqê ku kesekî ne asayî û ji rêzê ye. Ji ber bi çend gotinan tevahî jiyana min û cihê lê mezin bûyîm ji min re vegot; mîna ku ew li cihê ez ji dayik bûme û mezin bûyîn, ew jî jiyaye.

‘SEROKATÎ SEMBOLA AZADIYÊ YE’

Divê êdî her kes baş bizane ku Rêber Apo ji ne tenê kesek e, ew mejiyek e, felsefeyek e. Serokatî giyan e, berxwedan e, Serokatî sembola azadiyê ye. Rêber Apo, sembola azadiya Kurdan, Ereban, Tirkmen, Asûriyan, azadiya jinê, ciwan û hemû xwezayê ye. Her kesê bixwaze azad bijî, wek xwe bijî, ne Kurdek weke Tirkekê, ne Erebek weke neteweyekî din bijî,ne Tirkek weke civakekî din bijî, ji bo weke xwe û xwebûna xwe bijî divê xwedî li Rêber Apo derbikeve, ji bo şikandina tecrîdê rabe ser lingan û Ocalan azad bike.

‘XWEDÎ LI RÊBER APO DERBIKEVIN’

Beriya Rêber Apo û piştî Rêber Apo mirov bi awayekî berbiçav bûyer û pêşketinên bi taybet li Kurdistan û Rohilata Navîn qewimîn dibîne. Dema ku hevdîtin li gel Rêber Apo hatin kirin, ne dayikên Kurdan girîn ne jî yên Tirkan. Xwîn nehate rijandin. Ev hemû berhemên Rêbertiyê bûn. Di encama hevdîtinan de xwîn nedihat rijandin û aramiyek hebû. Mînaka vê ya herî şênber jî Şoreşa Rojava ye. Îro hemû pêkhate, çi Kurd, Tirkmen, Asûrî, Ermenî, Sûryanî û baweriyên cuda bi pradîgmaya Rêbertiya me ya Konfederalîzma Demokratîk bi hev re li dijî DAIŞ’ê xwîna xwe rijandin û têkoşiyan û niha jî berhemê wê digire. Ev bi saya felsefe û raman Rêber Apo pêk hatiye. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku xwedî li Rêber Apo derbikeve, ji ber ku Azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovahiyê ye, azadiya gelên bindest e.

‘DÎTINA RÊBER APO JI BO ME HEYBETEK MEZIN BÛ’

Endamê Meclîsa Semta 4’an Seîd Şedal:

Dîtina Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ji bo me tevan siûdeke wiha bû ku dest bi her kesê nakeve. Ji ber çûna Qada Serokatiyê û dîtina wî ji bo me kêfxweşiyek mezin bû. Di heman demê de weke penaberek ê doza azadiyê dîtina Rêber Apo kelecanekî mezintir bû. Dîtina Rêbertî ji bo me heybeteke pir mezin bû. Dîtina Rêbertiya ji dîtina kesekî cudatir e, em diçin dîtina rêberekî ku Rêbertiya milyonan mirovan dike, ew jî Rêbertiya me ye. Hîseke wiha bi me re çêbû ku nayê gotin. Nirxandinên pir kûr û bi wate li qadê hatin kirin ku wê çareseriyek çawe mayînde ji bo pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn bê kirin.

‘FIKRA RÊBERTIYÊ FIKREKÎ CUDA BÛ’

Raman û fikra Rêbertiyê fikrekî cuda bû. Ramana Serokatiyê û fikra wî pêkve jiyan û hevgirtinê bû. Lê mixabin ev ne ji aliyê gelê Kurd ve baş hate fêmkirin û bi taybet dewleta Tirk ev raman qebûl nekir. Li dijî vê her carê bi dek û dolabên cuda hewl dan ku tevgera azadiyê bifetisînin û tine bikin. Ji bo vê tim berê wî li Rêbertiyê bû. Ji bo vê jî li qada Sûriyeyê jî çend caran kete nava hewldanên dîlgirtinê. Lê mixabin bi hevkariya netewdewletên komploger û mêtînger bi komployeke navneweyî dîl girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst kirin.

‘JI BO AZADIYA OCALAN PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANÊ HEYE’

Ev demek dirêje li ser Rêbertiya me tecrîdeke girankirî û bê ku agahiyek bê dayîn dewam dike. Di heman demê de nûçeyên dawî yên ku hatin parvekirin weke her Kurdekê fikarên me jî zêde kirine. Divê bi lezgînî têkildarî ewlehî û tenduristya Rêbertiya me agahî bên parvekirin. Ji ber ku Rêber Apo di her kêliyê de ji bo aştiyê û çareseriyê kedeke mezin da, ji agirbestên yekalî bigire herî dawî şandina komên aştiyê yên ji Ewropa bigre heta çiya û ji Mexmûrê jî komek çûn Tirkiye. Tevî hemû hewldanên aştiyane yên Rêbertiyê jî Tirkiye ber bi aştiyê nehat û destê aştiyê vala ma. Rexmê wê jî dîsa Rêber Apo dev jî hewldanên aştiyê berneda. Ji ber Ku Rêber Apo kesekî aştîxwaz e. Ji bo vê divê her kes û hemû gelê Kurd ji bo şikandina vê tecrîdê rabe ser piyan, serhildana xwe xurt bike, xwedî li serokê xwe derbikeve da ku azad bike. Ji bo azadiyê jî pêwîstî bi berxwedanê heye û gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo tişta ji dest tê divê bike. Ev ne tenê ji bo Kurdan e, di heman demê de ji bo gelê Tirkiyeyê ye jî.”