Jesta ji bo Erdogan: Polîsên Elman avêtin ser saziyên Kurdan

Dewleta Elman têkiliyên xwe bi rejîma Erdogan re ji nû ve xurt dike. Polîsên Elman jî êrîş birin ser saziyên Kurdan ên li Berlînê. Polîsan danê sibehê deriyên komeleya NAV-DEM'ê û buroya Civaka Azad şikandin û ketin hundr.

Beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dewleta Elman heta ku jê tê destekê dide rejîma Erdogan. Bi vê armancê, polîsên Elman serê vê sibehê saet 5:30'î avêtin ser komeleya NAV-DEM'ê û buroya Civaka Azad. Rêbaza êrîşê ya polîsên Elmna ne kêmî ya polîsên Tirk bû.

Polîsan di heman demê de li malên rêveberên NAV-DEM'ê jî lêgerîn kirin û bi şikandina derî ketin hundir. Polîsan xwepêşandaneke ku wê 3'ê Kanûna 2017'an ji bo Efrînê bihata kirin, lê pêk nehat, ji xwe re kirin hincet. Li gorî polîsan û dozgeriya ku lêpirsînê dimeşîne, bi xwepêşandanê re wê "qanûna komeleyan bihata binpêkirin".

DERÎ ŞIKANDIN

Polîsên ku demeke dirêj li saziyên Kurdan lêgerîn kirin, gelek derî şikandin û dest danîn ser komputeran. Ji rêveberên Civaka Azad Alî Çîçek li ser êrîşê ji ANF'ê re axivî û helwesta polîsên Elman bi tundî şermezar kir.

Çîçek da xuyakirin ku êrîş li dijî azadiya fikirin û raman e û got, ev nêzîkatiya dewleta Elman tê wateya piştgiriya ji bo operasyonên dewleta Tirk ên li dijî mûxaleftê û gelê Kurd.

Rêveberê Civaka Azad diyar kir ku ev êrîş wê bandorê li karê wan neke û wê hem sûcên dewleta Tirk hem jî desteka Elmanyayê ya ji bo van sûcan ji raya giştî re vebêjin.