Hunermendên Kurd: Ev talana çandê ye

Serdegirtina polîsên Elman ên li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multîmedîayê didome. Polîs saziyên Kurd seh dikin, hunermend û nivîskarên Kurd jî van serdegirtinan protesto dikin.

Serdegirtina polîsên Elman a li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multîmedîayê didome. Bi dehan polis saziyan seh dikin. Rayedarên weşanxaneyê û şîrketa muzîkê li hundir têne girtin, nahêlin ku kes têkeve hundir. Ji duh ve 7 qemyon pirtûk, CD û malzemeyên muzîkê birin . Polîs nahêlin ku kes nêzî saziyan bibe.

Hunermend, nivîskarên Kurd û Kurdistanî ji bo şermezarkirina vê helwesta polîsên Elman li ber saziyan civiya ne. Hunermendan daxuyaniyek dan û gotin, ‘’Ev talana çandê ye.’’

‘ELMANYA DIŞIBE DEWLETA TIRK’

Li ser navê hunermendan Denîz Deman û Xelîl Xemgîn daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em li welatekî wiha dijîn ku tê gotin dadmendî, hiqûq û mafê mirovan lê heye. Lê sed mixabin ku ev ji bo Kurdan û çanda Kurdan ne wiha ye. Ev li ber çavan e. Em qedexeya li ser muzîkê, hunerê, çandê çiye, baş pê dizanin. Li welatên ku em lê dijîn bi salan e ku me ev zext û zordarî dît. Niha Elmanya jî wiha dike. Ev bi destûra Erdoğan dibe. Em hunermendên Kurd ev 35 sal in li van saziyan dixebitin. Pirtûkan, CD, malzemeyên stûdyoyê dibin. Li Efrînê jî çeteyên ku êrîşê tînin mirîşkên gundiyên me didizin. Heman tiştî niha Elmanya dike. Her tiştê me dibin.’’

‘PIŞTÎ SERDANA ÇAVUŞOĞLU..’

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî serdema Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu bi ser saziyan de girtine û gotin,’’Ev encama vê hevalbendiya bi hesabên gemarî ye. Hikûmeta Merkel li gorî polîtîkayên AKP’ê bi ser Kurdan de diçe. Di encama vê de, saziyên çand û hunerê yên gelê me dikine hedef. Ev neheqî û nehiqûqî ye.’’’

Protestoyên li bajarê Neussê didomin.